Civak

Piraniya gencan dixwazin xwestekên wan bighin Nêçîrvan Barzanî

 Li gor rapirsiyeke Peymangeha Kurdistan bo pirsên siyasî, ku di nav gencên Herêma Kurdistanê de hatiye kirin, piraniya gencan wate ji sedî 28 hez dikin daxwaziyên wan bighin Nêçîrvan Barzanî, piştî wî jî ji sedî 21 Dr. Berhem Salih tê. Kêmtirîn jimara gencan jî berê xwe dane Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selaheddîn Behadîn.

Ew rapirsiya han li hersê parêzgehên Herêma Kurdistanê û 985 form hatine dabeşkirin di nav wan gencên temenê wan di navbera 18-35 salan de ye. Di rapirsiyê de derketiye ku ji sedî 26.19 a gencan pirsgirêka niştecîbûnê wek ‘’pirsgirêka yekem’’ ya xwe dibînin, piştre jî nedadperwerî ku ji sedî 20.41ê gencan vê wek pirsgirêkeke serekî dizanin, piştre pirsgirêka bêkarî û kêmpereyî tê.

Yek ji wan pirsên ku ji gencan hatiye kirin, ew e ku; ger derfet ji tere çêbibe yekî ji wan berpirsan bibînê daxwaziyên gencan bigihêniyê tê kîjanî hilbijêrê? Encama wê wiha bûye: Nêçîrvan Barzanî; ji sedî 28.53, Dr. Berhem Salih; ji sedî 21.83, hîç yek ji wan; ji sedî 16.24, Noşîrwan Mistefa; ji sedî 11.88, Mesrur Barzanî; ji sedî 8.43, bê bersiv; ji sedî 4.47, Kosret Resûl; ji sedî 4.26, Elî Bapîr; ji sedî 2.54 û Selahedîn Behadîn; ji sedî 01.83.

 

(Rûdawnet)

Back to top button