Polîtîk

Swedî enfalkirina kurdan wek jenosîd dinasin

Nebez Muhemmed / Silêmanîyê – Seroka Partîya SosiyalDemokrat a Swedê Mona Sahlin, li ser serê şandeya endamên parliyamenta Swedê, ber bi bajêrê Çemçemal ve hat û serdana kes û ehlên enfalkirîyan kir û gultacek jî, danî ser mezarê enfalkirîyan.

Nûnerê partîya Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanî yê li Swedê jî, bi vê şandeya Swedî re ye û ji PNA re da xuyakirin, ku endamên vê şandê bi qaymeqamê Çemçemal re û bi kes û ehlên enfalkirîyan re rûniştine.
Nûnerê YNK yê li Swedê weha jî da xuyakirin, ku her kesekî Swedî, enfalkirina Kurd wek jenosîd dibîne û dide nasîn. Weha jî got, ku endamên vê şandê li dêrendazên damezrandina YNK jî amade bûn.
Mona Sahlin jî, seroka Partîya SosiyalDemokrat a Swedê ye, endama parliyamenta Swedê ye û cihgira serokê rêxistina internasiyonal e û rêxistina internasiyonal jî, wek FI dihê nasîn.

Back to top button