Pîlanên ji bo têkdana ewlekariya herêmê zêde bûne
Li gora nûçeya ajans a AKnews, Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê duhî ragihandinek belav kir û tê de got, ” Bi xêra îstîqrara rewşa ewlekariya Herêma Kurdistanê ji aliyê avadanî,pêşkeftin û firehbûna têkiliyên dîplomatîk yên Herêma Kurdistanê ve gelek berhem hatine bidestxistin lê di heman demê de ji ber pêşkeftinên li herêmê, nehezên Herêma Kurdistanê bi amanca têkdana rewşa ewlekariya herêmê, bi awayekî berdewam planan li dijî herêmê çê dikin. “
Di ragihandinê de qala girîngiya hevkariya welatiyan a bo hêzên ewlekariyê jî tê kirin û di vê mijarê de tê gotin, “Heta nuha hevkariya fireh a welatiyan ya di têkoşîna li dijî planên kirêt yên nehez û terorîstan de sedeme sereke ya serkeftina yekîneyên Parastina Asayîşa Herêmê bûye lewra em wek mafê welatiyên xoşdivî dizanin ku ji her pêşhateyekê ku têkilî bi rewşa ewlekariya herêmê re hebe, bên haydarkirin.”
Di ragihandinê de wiha tê gotin, ” Her di vê çarçoveyê de welatiyên me yên ezîz haydar dikin ku li gor zanyariyên piştrastkirî yên îstîxbaratî, di vê demê de planên ji bo têkdana rewşa ewlekeriya herêmê zêde bûne. Jêdera van planan jî li derveyê Herêma Kurdistanê ye û amanca wan jî lawazkirina statûya siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê ye.”
Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê dibêjê, ” Ji bo têkoşîna li dijî van gefan, amadeyiyên pêwîst hatine kirin û tedbîrên bihêz û pêwîst hatine girtin. Lê wek hertim hêviya me ji welatiyên xoşdivî ew e ku çi li cihên giştî û çi li cihên taybet bi hişyariyê ve hay ji her cure liv û tevgereke gumanbar bin û yekîneyên têkildar ji her diyardeyeke awerte û gumanbar haydar bikin.”
Di dawiya ragihandinê de jî Ajansa Parastinê dide xuyakirin ku bi hevkarî û hişyariya zêdetir a welatiyên herêmê ew dê bi hemû hêz û karîna xwe ve ji bo wê çendê kar bikin ku planên nehezan bi ser nekevin û hewlên bi wî awayî yên tirsnok tesîrê li pêşkeftina Herêma Kurdistanê nekin.