Pezeşkiyan dest bi karê xwe kir
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bi fermî dest bi karê xwe kir û Muhammed Reza Arif wek cîgirê xwe yê yekem destnîşan kir.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, doh biryarnameya xwe ji destê rêberê Îranê Alî Xameney wergirt û bi fermî dest bi erkê xwe kir.
Rêberê Îranê Alî Xameney daxwaz ji Mesûd Pezeşkiyan û hikûmeta wî kir ku siyaseta serokkomarê berê Îbrahîm Raîsî bimeşînin. Pezeşkiyan berî her tiştî bi biryarnameyekê Muhammed Riza Arif wek cîgirê xwe tayîn kir.
Arif di serdema reformxwaz Mihemed Xatemî de jî ev post wergirtibû. Pezeşkiyan carek din soza “pêkanîna polîtîkayên giştî yên Rêbertiyê” û şopandina siyasetek “çêker û bibandor” da û xurtkirina dewleta hiqûqê dubare kir.
Xameney di merasîma giştî de axivî û got ku divê hikûmeta nû “hesasiyetên parlamentoyê” li ber çavan bigire û hişyarî da ku wek heyama hilbijartinê pevçûn berdewam nebin.
Xameney xwest ku têkiliyên nêzîktir bi “yên ku di demên zor û zehmet de piştgirî dane Îranê” bên danîn û bal kişand ser girîngiya têkiliyên bi welatên cîran, Asya û Afrîkayê re.
Xameney welatên Ewropayê ji ber mueyîdeyan rexne kir û got: “Em ne dijminên Ewropayê ne. Heke di van salên dawî de nêzîkatiya (neyînî) biguhere, têkiliyên bi Ewropayê re wê ji bo me bibe pêşeng”.