Erdogan û HUDA PAR di lîsteya fînansoriya terorê de ne
Lijneya Têkoşîna Li Dijî Pereşûştin û Fînansekirina Terorê ya Rêveberiya Şamê, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, HUDA PAR û hin saziyên alîkarî yên Tirkiyê xist lîsteya kesên ku terorê fînanse dikin.
Di Lîsteya ku Lijneya Têkoşîna Li Dijî Pereşûştin û Fînansekirina Terorê ya Rêveberiya Şamê ve hat amadekirin û ji aliyê rojnameya Al Kuds El Arabî ve hat weşandin, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, komeleyên wek HUDA PAR, Umut-Der, ÎHH, Ozgur Der û Komeleya Sadakataşi hene.
Her weha di lîsteyê de serokê berê yê hikûmeta Lubnanê Saad Herîrî, Serokê Partiya Komûnîst a Pêşverû Welîd Cambolat û Serokê Partiya Hêzên Lubnanê Semir Geagea cîh digirin.
Lîsteya ku bi giştî 597 kes û 105 blok bi sûcdariya “fînansekirina terorê û pereyên derqanûnî” tên sûcdarkirin, bû sedema bertekan.
Di lîsteyê de; Ji bilî welatên wek Bahreyn, Erebistana Siûdî, Kuweyt, Îmarat, Qeter, Lubnan, Misir, Cezayîr, Fas, Iraq, Morîtanya, Lîbya, Filistîn, Sûdan, Pakistan, Endonezya, Senegal, Tirkiye, Erître, Nîjerya, Fransa, Srî Lanka, Ji Tayland, Kenya, Nepal, Benîn, Spanya, Almanya û DYE navên gelek kesên Ereb û biyanî hene.