Dosya

Peyva serokwezîr li merasima yeksaliya Şingalê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja duşemiyê 03.08.2015ê li bajarê Duhokê, beşdarî di merasima yeksaliya karesata Şingalê de kir ku, di wê merasimê de du berhemên semfonî û koral bi nave Şingal û Pêşmerge hatin pêşkeş kirin û di vê merasimê de, serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkeş kir.Ev li jêr peyva serokwezîr:Îro salek bi ser karesata Şingalê de derbas dibe, karesata Şingalê dê weke birîneke kûr di dilê her kesekî/ê li her çar parçên Kurdistanê de bimîne, îro salek bi ser hovtirîn karesta van çend salên borî piştî Helebce û Enfalan derbas dibe. Ev karasta li Şingalê hatiye rûdan, karesatek û birîneke di laşê herêma Kurdistanê de. Bi vê minasibetê em bejna xwe li hember wan xebatker, wan mêrxas û wan şervanên bi hîmet û bi şev û roj liberxweday di çemînin, em bejina xwe ji bo xûna wan şehîdan, ji bo xûna wan ezîzan yên ku xebatkirî û yên ku ji bona parastina axa me, ji bona parastina welatê me û ji bona berxwedan li Çiyayê Şingalê berdewam be sere xwedana û şehî bûn, diçemîn in.Silav û rêzên taybet ji bo wan mêrxasan dihinêrîn yên ku di wan rojên dijwar û zehmet de, berî salekê, di bêhêvîtiyê de û di wextekî de ku hemû derî girtî bûn li wir man û ji bona parastina Çiyayê Şingalê û mezarên pîrozên xûşk û birayên me yên êzidî li Şingalê û derdûra wê liberxwedan. Silav û rêzên taybet bo wan şervanên rojavayê Kurdistanê yên ku ji bona rizgarkirina xelkê, hevwelatiyên me di wan rojên dijwar de dihinêrîn, silav ji bo wan pêşmergeyan, wan şervanan û wan qehremanan. Êrîşa DAÎŞ bo ser Şingalê hovtirîn êrîş bû di nava van salan de hatiya kirin û eger em behsa wê êrîşê bikin bi hemû mana xwe jênosîda bû di derheqê miletekî de hatî kirin.Yaku heta niha me zehemt dide û diêşîne, ne meseleya avadankirinê ye, Şingal û deverên derdûra wê dê bên avadan kirin, lê birîna kûr meseleya mirin û revandina jin û keçên me ye ku di wê rojê de hatiye kirin. Hûn agadar in ku me bi hemû îmkanên xwe ji bo rizgarkirina wan jin û keçan xebat kiriye û me karî hijmarek mezin rizgar bikin û vegerînin û ji bona rizgarkirina hemû wan jin û keçên me xebatên me berdewam in. Lê bi rastî ez ji we re bêjim ev birîn, birîneke gelek kûr e û gelek ya nexweş jî û dê dilê her kurdekî de, li her çar parçeyên Kurdistanê de, bimîne.Serketinên pêşmergeyên me yên mêrxas li bereyên şerî, li her cîyekî, cîyê dilxweşiyê ye ku bi çekek sade berxwedaneke pîroz di vê salê de kir, pêşmergeyê Kurdistanê bi piştevaniya miletê me berxwedanke mêrxasane kir û Kurdistan parast. Bi navê vê civînê silavên taybet ji bo her pêşmergeyekê Kurdistanê dihinêrîn û ji wan re dibêjîn xizmeta we, berxwedana we ji bo parastina nasnameya neteweya miletê me ye.Ez bawer dikim gelek ji we zehmetiya koçberiyê û penaberiyê dîtiye û yên ku niha ji warên xwe hatîne derxistin û koçber bûne û qesta herêma Kurdistanê kiriye bi awayekî taybet û bi qedir û qîmet hatine pêşwazî kirin û li Kurdistanê hatîne parastin û ji bona vê yekê em sipasiya miletê xwe dikin ku deriyê dilê xwe ji bo wan koçber û lêqewmiyan vekir û roja lêqewmînê me dît ka çawa bajarên Kurdistanê alîkarî ji bo koçberan komkirin, li bajarê Silêmaniyê û Hewlêrê. Min divê li vir sipasiyeke gerim bo xelkê bajarê Duhokê û devera Duhokê, Zaxo û bajarên din yên wîlayeta Duhokê binêrim ku di wê rojê de wan texsîrî nekir, tehemuleke mezin kir, zarokên wan neçûn xwendingehna, dibistanan, xwendingeh û dibistan tejî koçber bûn û zarokên wan ji xwendinê mehrûm bûn, lê têgihiştin alîkarîkirina koçberan wezîfeyeke neteweyî ye. Ez sipasiya zehmeta wan dikin û teqdîreke mezin bo malbatên wan xwendevanan, teqdîreke mezin bo alîkariyên wîlayeta Duhokê, devera Duhkê, bajarê Duhokê, bajarê Zaxoyê û bajarên din yên Kurdistanê û ew alîkariya wan kirî divê hersal li bîra me be. Ez bi nave hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya malbatên yek bi yek endamên wîlayeta Duhokê dikim. Ew tiştê min berî salekê li Duhokê dîtî cîyê qedirgirtinê ye; penaberên rojavayê Kurdistanê ku li herêma Kurdistanê dijîn û barê jiyana wan girane û gelek bizehmete, di wê rojê de wan jî alîkariya xûşk û birayên xwe, kurdên êzidî, kir û ev jî cîyê qedirgirtinê ye. Ez bi navê we hemûyan sipasiya wan yên di nav kampan de dijîn, dikim, ez bawer dikim gelek ji we ev jiyana nav kampan dîtiye li kampên Tirkiyeyê li salên 80yan li Moşê, Diyarbekir û li cîyên din. Lê hêviya min ewe ku rojek bê ev xelke bi serbilindî û bi xweşî bo ser mal û milkên xwe vegerin.Hûn dizanin niha zêdetir ji yek milyon û heft sed hezar koçber û penaber li herêma Kurdistanê hene, di nava çend mehan de nêzîkî 29% nifosa Kurdistanê zêde bû û vê zêdebûnê tesîr li ser xizmetkirinê, li ser karebê, li ser emniyetê û li ser warên din jî kir, lê xweragiriya miletê me, sebir û yehemula we digel hikûmetê û sebir û tehemula we digel me, bêmiaşî di van rojên dijwar de, bi rastî ti peyv nînin ez bikaribim sipasiya we pê bikim.Îro rewşa Kurdistanê zehmete, em dizanin bêmiaşî û kirîz û zehmetî hene, lê xweragiriya miletê me li hember tehediyan cîyê qedirgirtinê ye. Ez hez dikim hûn bawer bikin û piştrast bin, hikûmeta herêma Kurdistanê, weke xizmetkara vî miletî, her tiştekê di îmkanên wê de be, ji bona derbasbûn ji van kirîz û aloziyan dê bike û ji bona çareserkirina wan dê berdewam lêbixebite. Em dikarin, bi piştevaniya we û piştevaniya miletê me, ji van kirîz û aloziyan derbas bin.Kurdên me yên êzidî cîyê şanaziya me ne û êzidyan pênaseya neteweyîya miletê kurd parastiye, eger em li telîmatên wan yên olî û zimanê wan yê rewan yê kurdî temaşe bikin, em dibînin ka êzidiyan di warê kulturî de, di warê zimanî û di warên din de ka çawa di dîrokê de nasnameya miletê xwe parastiye, ew cîyê serbilindiyê ye.Em dizanin hindek ji êzdiyan aciz bûne û hindek qesta derveyî welat dikin, lê ez ji wan re dibêjim çûna wan bo derve û li derve û xerbiyê hûn nikarin vê nasnameya xwe biparêzin, lê li ciyê we dê were parastin û lazime ka çawa we di dîrokê de ji bo parastina wê nasnameyê liberxwe daye divê îro jî, tevî hemû zehmetiyan, hûn vê nasnameya neteweyîya xwe biparêzin, nasnameya ola xwe biparêzin û ji bona vê yekê her tiştek lazim be hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye di vê çarçoveyê de alîkariyê bike.

Back to top button