Cîhan

Kurdistan giringiyê bi têkeliyên xwe yên bi Îranê re dide

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê,  li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Hesen Danayî Fer sefîrê Komara Îslamiya Îranê li Îraqê û şandeya pê re kir û di civînekê de sefîrê Îranê kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê diyar kir û pêşkeftinên herêma Kurdistanê bilind nirxandin.Sefîrê Îranê got ku herêma Kurdistanê kariye bi awayekî gelek baş rû bi rûyê  êrîş û metirsiyên terorîstên DAÎŞ bibe û di warê êkonomî de li hember wê kirîza êkonomiya heye xweragir be û bi awayekî gelek baş pêşwaziyê li hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan bike, bihewîne û xizmeta wan bike.Hesen Danî Fer piştgiriya berdewama welatê xwe bo herêma Kurdistanê nîşan da û helwesta xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê di hevkarî û alîkarîkirina koçber û penaberan û rûbirûbûna terorê bilind nirxand. Wî  tekîd li ser zêdetir xurtkirin û berfirehkirina  têkeliyên Îran û herêma Kurdistanê di hemû waran de kir.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya serdana şandeya Îranê bo herêma Kurdistanê kir û dilxweşiya xwe jî li hember xurtkirina têkeliyên navbera Îran û herêma Kurdistanê diyar kir û îşaret bi wê yekê kir ku, têkeliyên Kurdistan û Îranê têkeliyên dîrokî ne û Komara Îslamiya Îranê di demên dijwar de hertim alîkarî û piştevaniya gelê kurd kiriye.Serokwezîr got ku herêma Kurdistanê giringiyê bi têkeliyên xwe yên bi Îranê re dide û hêvîxwaze ew têkrlî di hemû waran de zêdetir ber bi pêş biçin.Rewşa deverê û Îraqê û têkeliyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federaliya Îraqê mijarek din a civînê bû.

Back to top button