Dosya

PKK bi siyaseta xwe ya şaş xelkê dike mertal

Şandeke Fraksiyona PDKê ku serdana sînorê Dolê Xaneqayê kir û hinek alîkarî gihand malbatên şehîdên bombebarankirina ser qortla Çiyayê Qendîlê û gundên Zargelê û Girîskanê û hikûmet ji çawaniya qerebûkirina wan malbatan agahdar kir.Sîrwan Sîrînî Endamê  Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro çarşemê wek Fraksiyona PDKê li Dola Xaneqa me serdana wan cih û gundan kir ku balafirên Tirkiyeyê bombebaran kirin û hejmarek şehîd û birîndar kirin û em ligel xelkê gund civiyan. PKKê bi siyasetên xwe yên şaş xelkê dike mertal û xelkên Başûrê Kurdistanê dikin qurbanî.”Sîrînî wiha got: “Me di serdana xwe de alîkarî pêşkêşî wan malbatan kirin û me soz da wan ku daxwazên wan bigihînin Himûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê û pêdeçûnê bikin û zorê li Hikûmeta Tirkiyeyê jî bikin da ku lêkolînê bike û wan welatiyan qerebû bike.Wî parlamenterî wiha domand: Me pêşniyar kiriye ku her malbatek şehîd 50 milyon dînar werbigirin û her birîndarek 10 milyonan werbigre.”

Back to top button