Kultur

Qedexe kirina Rûdawê, zerarê dide azadîya hemû çapemenîya Kurdistanê

Qedexe kirina Rûdawê, zerarê dide azadîya hemû çapemenîya KurdistanêLi gorî gahdarîyên ku Rudawê belav kiriye, li Rojavayê Kurdistanê, ‘’Kantona Cizîrê’’ xebatên Rûdawê qedexe kiriye. Helwesta PKKê, PYDê ya li himberî Rudaw TV yê ne bi vê qedexe kirina Rojavayê tenê sinorkîrîye.Îro jî, HDP,DBP û DTK li bakurê Kurdistanê û li Tirkîyê nahêle bi tu awayî, Rudaw TV çalakîyên van dezgeh û partîyan bişopîne. Hinek caran xebatkarên Rudawê tûşî êrîşên alîgirên van partîyan bûne. Partî û sazîyên ku bi salan tûşî van qedexe, ceza û kuştinan bûne, îro ew bi xwe Rudawê qedexe dikin.Ev partî û dezgehên em behsa wan dikin, bi rexneya ku ‘’Rudaw telewîzyona MİTa Tirkan e’’ van qedexeyan datîne ser Rudaw TV yê. Lê çi ecêb e ku, van partîyên ku em behsa wan dikin, tu astengîyan ji telewîzyon û ragehandinên Dewleta Tirk û alîgirên AKPê, CHPê, MHPê re dernaxînin. Lê Rudawê qedexe dikin. Bi rastî jî ev helwesta trajîkomedîyayek e.Em bangî PYDê, PKKê, HDPê, DBPê, DTKyê dikin ku, bi awayekî aqli selîm , tevbigerin. Partîyên ku ji nav miletekî bindest derketine, nabe ew bi xwe neheqîyê li hinekên din bikin. Hîna jî wekî nan û avê pêwistiya me bi azadîyê heye. Em azadîya hinekan binpê bikin, rê ji binpê kirina azadîya me jî re vedibe.Ma heger hûn hinekan qedexe bikin, hûnê çawa li himberî qedexeyên li ser we ne derkevin?Helbete ku mafê me gişa heye ku em rexneyan, pêşniyarîyan ji Rudawê re bînin. Lê ev rexneyên û helwestên me nabe ku rê li ber azadîya ragehandinê bigire.Jibo azadîya çapemenî, ragehandin û ramanî, divê demildest ev qedexeyên li ser Rudaw TV yê li Rojava jî, li bakur, her cîhekî cîhanê jî rabe. 04.08.2015Buroya Çapemenî û Ragahandinê ya PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) 

Back to top button