CivakRojev

Peyameke sersaxiyê ji Serokê Herêma Kurdistanê

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya hunermendê şêwekarê navdarê Kurdistanê Cemal Bextyar gihîşt me. Xwedê jêrazî hunermendeke niştimanperwer bû, hemû temenê xwe bi huner û xizmeta gel û niştiman bexşî û gencîneyeke bêhempayê hunerî li pişt xwe bi cîh hişt.

Pirse û serxweşiyê li malbat û kesukar û hezjêkerên wî dikim, hevbeşê xema wanim, ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê xwedê jêrazî bi dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê bi me hemûyan bibexşê. Bi kar û berhemên wî herdem li bîra me dimîne.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

16/10/2020

Back to top button