PolîtîkRojev

16 Cotmeha 2017ê !

 Bandora îxaneta 16ê Cotmeha 2017an li ser Kerkûk û deverên din ên Kurdistanî bûye sedema krîzên mezin. Têkbirin, destdirêjî li ser mal û milkên hemwelatiyên kurd, dûrxistina kurdan ji postên îdarî berdewam e.

16ê Cotmeha 2017ê îxaneteka mezin li Kerkûkê pêk hat. Lewra Kerkûk ket jêr destê hêzên dagirker. Bê ka çawa 1991ê kurd mecbûrî koçberiya milyonî ya mezin bûn, li Kerkûkê jî heman tişt pêk hat. Vê carê jî ser destê hêzên Iraqî, bi plan û pitevaniya welatên herêmî û navxweyî karesatên mezin pêk hatin. Taybet kurdên ji derveyî îdareya Herêma Kurdistanê rastî zordestî, kuştin û girtinê hatin.

Li gel yekem roja îxanet û dagirkirina Kerkûk û deverên din dest bi gûherîna demografiyê kirin. Ev navçeyên Kurdistanî bi xwîna bi sedan Pêşmergeyan ji destê DAIŞ’a dirinde hatibûn rizgarkirin. Dîsa ev der ketin jêr destê hêzên Iraqî. Bi taybetî Haşdî Şabî.

Li gor belgeyên Kurdistan24 bi dest xwe ve anîne, Zordestî û 16’yî Cotmehê heya 2020’ê taybet erebkirina Kerkûkê berdewam e.

Di van 3 salan de ji 25 hezar malbatên erebên biyanî anîne Kerkûkê.

Ji 53 hezaran zêdetir hemwelatiyên kurd ji ber gefên artêşa Iraq û Haşdî Şabî ji Kerkûkê barkirin.

Ji ber leşkerkêşiya Iraqê 28 Pêşmerge şehîd bûn. Li gor destûrê Pêşmerge beşeke ji sîstema parastina Iraqê.

283 hemwelatiyên sivîl bi destê Haşdî Şabî û hêzên din ên Iraqê hatin kuştin. 453 sivîl jî birîndar bûn.

Her wiha nemana Pêşmerge û hêzên asayîşê bûyerên xirab ên li Kerkûkê zêdekirine. Grûbên terorîst bi dilê xwe tevdigerin. Di 3 salan de 4887 bûyerên xirab hatine tomarkirin.

3 hezar malên hemwelatiyên kurd hatin talanlkirin.

120 kurdên di rêveberiya Kerkûkê de hatin dûrxistin. Ereb û tirkmen li cihên wan danîn.

Da ku kurdan bitirsînin û wisa bikin Kerkûkê terk bikin malên 200 kurdan hatine şewitandin.

Ofîsên 5 dezgehên medyayê li hatin şewitandin.

Dest danîn ser 50 navend û avahiyên partiyên Kurdistanî hatin talan kirin.

Back to top button