
Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey d derbarê li hevhatina hukumeta Iraqê û ya Kurdistanê ji bo Şingalê daxûyaniyek da û got: “Em dixebitin ji bo ku dilniya bibin hêzên çekdar ji Şingalê vedikişin.”
Stephen Hickey berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: “Brîtanya pêşwazî li rêkeftina Şingalê dike û em hêvîdar in ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî karê hevbeş bikin û em jî alîkarî û piştevaniya rêkeftinê bikin. Em dixwazin bi hev re di vegera parastî ya Êzidiyan de bo Şingalê, dilniya bibin. Divê rêkeftina Şingalê bilez were cîbicîkirin.Li gor rêkeftinê divê hêzên çekdar ên li Şingalê vekişin. Em ji nêz ve ligel Neteweyên Yekbûyî û Amerîka û welatên herêmê kar dikin, da ku em dilniya bibin çekdarên li Şingalê vedikişin.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê rêkeftibûn ku hêzên PKKê û Heşdî Şabî ji Şingalê derkevin îdareyeke nû bo Şingalê were tayînkirin û bajarê Şingalê were avadankirin. a