PolîtîkRojev

Rêkevtina asayîkirina Şingalê tê cîbicîkirin

Karvedanên rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê berdewam in. Piştî rêkeftina hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê rewşa Şingalê de, pêngava yekem aktîvkirina îdareya bajar û danîna qayimiqamê nû ye, ku herdû alî li ser hevnêrîn in, lê beşek ji hêzên di nava Şingalê de ji vê rêkftinê ne razî ne û dibêjin ew pabend nabin.

Di qonaxa yekem ya cîbicîkirina rêkeftina Hewlêr û Bexda de ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, qayimeqamê bajar tê destnîşankirin.

Serokê Encûmena parêzgeha Neynewa Seydo Çeto ji Rûdawê re ragihand, bi rêkeftina hikûmeta herêma kurdistan û hikûmeta fedralî  û parêzgarê Neynewa, di qonaxa yekem de ya cîbicîkirina rêkeftinê de, qayimeqamê Şingalê tê destnîşankirin lê pêwîst e qayimeqamê nû xelkê bajar be û bikaribe wî postî werbigire û birêve bibe.

Seydo Çeto amaje bi wê yekê da, piştî destnîşankirina qayimeqamê nû, dest bi pêdaçûn bi postê din ê kargêrî de tê kirin.

Fermandarê Heşda Şeibî li Şingalê Xal Elî di deybeyteke Rûdawê de, amaje bi wê yekê da, ku ew dixwazin li ser îdareyeke serbixwe û niştîmanî lihev bikin, û kesekî Şingalî Êzidî qezayê îdare bike, herwiha siystevan û parlemantarên Êzidî rêkeftinê derbarê Şingalê ligel Bexdayê bikin.

Fermndarê Heşda Şeibî li Şingalê Xal Elî got: “Divê îdareyek serbixwe bê avakirin ne girêdayî ti partiyekê. Divê Êzidî ligel Bexdayê rêkevtinê bikin ne Kurd. Divê siysetmedar û parlamenterên Êzidî ligel Bexdayê danûstandinan bike û kesekî Êzidî bo posta qeymiqamtiya Şingalê destnîşan bikin.”

Herwiha Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê ji posta qayîmeqamiyê hate dûrxistin û rê pê nehat dayîn daku vegera Şingalê, dibêje, di 17ê Cotmehê de sala 2017ê ew û 2 rêveberên nahyeyên sînorê qezayê hatin dûrxistin ku hersê jî Êzidî bûn, lê bi rêya Heşda Şeibî û PKKê kesên din li cihên wan hatin danîn.

Bi nerîna Berpirsê liqê 17ê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Qadir Qaçax, guyhertina qeymeqam an her berpirsekî din ê îdareyî girîngeyeke xwe ya yekser nîne, heta ev rewşa niha li Şingalê ku heye bi tevahî asayî nebe.

Qadir Qaçax ji Rûdawê re ragihandibû, ku lihev kirine ku rêveberê berê yê bajarokê Sînonê Xidir Reşo bibe Qayimeqamê Şingalê.

Di 9ê Cotmeha 2020ê de Bexda û Hewlêr li ser asayîkirina rewşa qezaya Şingalê û birêvebirina qezayê di warê kargêrî, emnî û xizmetguzarî de bi awayekî hevbeş lihev kirin.

Ev rêkeftin li ser 3ê tewerên kargêrî, emnî û avakirinê dabeş bû ye, ligel paşkefteke 9 xalî, ku di xişteya çavdêriyê ya cîbicîkirina wê de vegerandina aramiyê û asayîkirina rewşa Şingalê hatiye diyarkirin.

Rûdaw

Back to top button