Peyama serokê hikûmetê
Rêkefteke giringe ku di yada 19saliya serhildana xelkê Kurdistanê de hilbijartineke giring tê kirin. Em dixazin ku xelkê Kurdistanê bi heman ruha serdema serhildanê beşdariyê di hilbijartinan de bike. Eger ji bo xelkê din beşdarîkirin di hilbijartinan de mafekê normal ê kesî û mafekê demokrasî be, ji bo me xelkê Kurdistanê wezîfeyeke neteweî û niştimanî ye.
Hêvîdarîn yên ku mafê dengdanê heye biçin ser sindoqên dengdanê û beşdariyê bikin, çunkî ev hilbijartin ji bo beşdarîkirina me di pirosesa siyasiya Îraqê û şîrîkatiya me di hikûmeta federe de rêyeke. Bidestveanîna nisbeke ber bi çav a kursiyan di parlamentoya Îraqê de, cî û rola kurdan li Îraqî xurt dike. Dibe ku bêyî wê beşdariya berfireh em nikaribin destketiyên din bêxine ser bêdera destketiyên xwe.
Hêşta sîstema hukimdariyê, azadî, demokrasî û karkirina li gor destûrê li Îraqê bi
timamî cîyê xwe negiritiye û çar salên bên dê ji bo parlamentoyê, ji bo yekalîkirina gelek pirsên hilawîstî li Îraqê û pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û bexdayê, qonaxeke dijwar be.
Çareserkirina wan pirsan di wê yek de ye ku xelkê Kurdistanê bi nisbeke bilind biçine ser sindoqên dengdanê û hemû nakokî û cudahiyên navbera xwe li aliyekî deynin.
Careke din daxaza serketinê ji bo hilbijartinan dikin, em dixazin hemû aliyên beşdar, serketina hilbijartinan bi serketina xwe bizanin û ya ku weke destketiyekê niştimanî li herêma Kurdistanê dimîne hilbijartineke berfireh û paqije. Me li hikûmetê, ji bona pêkanîna aqrekê xweş û aram hemû îmakanên xwe bikaranîne.
Her şad û serferaz bin
Berhem Salih
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
6.3.2010