Leyiztika navbera Diyarbekir û Bursasporê hat îptalkirin

Îro li Diyarbekir pêşbirek di navbera diyarbekirspor û Bursasporde hebû. Lê leyiztik dawî nehat û ji bo hinek bûyeran leyiztik hate sekinandin û îptalkirin. Piştre derve hinek kesan êrîşê otubusên Bursasporê kirin û wan nekarin xwe bigihînin balefirxaneyê. Karwanê Bursasporê mecbur bûn ketin  nava avahiyek ya polisan de.

Ji berî niha Diyarbekirspor çûbû Bursayê. Li Bursayê êrîşê Diyarbekirspor kiribûn û hinek leyiztikvanên wan birîndar kiribûn. Herweha dije kurdan gelek tişt gotin û şîar hatin avêtin. Li Bursayê stadyom bibû wek cihê xwepêşandanik siyasî û nijadperest. Ji berî Bursa bihata Diyarbekirê ev tirs hebû ku, dê bûyêr çêbibin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: