Guhertina Destûrê Pêwistiyek e..
Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayîb Erdogan biryar da ku beşek ji destûra bingehî biguherin. Wek tê zanîn sala 2007-ê piştî hilbijartinan Ak-Partî, bi hêzek mezin di hilbijartinan de serket û cara duyem bi sere xwe bû hukumet. Hukumetê gava yekem xwest destûra heyî biguhere û destûrek nûjen û sivîl amade bike. Ji bo vê hinek akedemîsyenên sewext û têgihatî ev kar dan ser milên xwe û piştî komek dayînstandina û likolînek berfireh destûrek nû amade kirin. Ev reşnivîsa destûrê di civînek berfireh ya Ak-Partiyê de jî hate pejirandin. Lê wek caran CHP, MHP, leşker û hemû dezgehên statukoyê diparêzin li dijî guhertina destûra nû ya sivîl derketin. Di cih de, Ak-Partiyê û hukumetê xwe pê deng kir û destûra nû nehat parlementoyê. Lê tu cara Ak-Partiyê tu agahdarî nedan raya giştî. Gelek nirxandin û şiroveyên cuda li ser vê helwesta hukumetê hate kirin.Lê ne destûr hat rojeva parlementoyê ne hêdî kesekî behsa detûrê kir.
Niha hukumet cardin ne bi temamîbê jî dixwazin beşek girîng ji destûrê biguherin. Ev guhertin nabe çareseriyek, lê cardin ji tu nekirinê çêtire. Niha hukumet paketekî amade dike û hewldide ku guhertinên bike, dawiya meha adarê bînin parlementoyê. Li gora destûra heyî dengê Ak-Partiyê di rewşa niha de têra guhertinekî nake. Ji bo destûr bête guhertin ji 3/2 deng pêwistin. Yanî ji 550 parlementeran dive 367 parlementer deng bidin da ku beşek yan jî temamiya destûrê bê guhertin. Eger pêşniyara Ak-Partiyê bîne parlementoyê, 367 denga nestine hinge dikarin biryara ji parlementoyê derkeve bidin raya giştî û referendum çêbibe. Hingê di encama referandumê guhertinên destûrê wê bê qebûl kirin yan jî nayê qebul kirin. Ji bo ku referendum çêbibe dive pêşniyara guhertina destûrê, kêmasî ji 330 dengan gelektir dengan bigre.
Dema mirov li rewşa Ak-Partiyê dinêre pêwistiya wan pişgiriya hinek partî yan jî parlementerên din heye ku bikaribin guhertinên destûrê de çêbikin bibin refarendumê. CHP û MHP di warî de helwesta xwe eşkere kirin û bi tu awayî pişgiriya guhertina destûrê nakin. Dimîne BDP. Serokê BDP-ê jî helwesta partiya xwe da kifşkirin. Li gora Demîrtaş dayî xuyakirin, ji bo BDP pişgiriya van guhertinên destûrê bikin hinek pêşniyarên wan hene. Demirtaş di axaftina xwe de got: “ Ji bo pişgiryê bidin guhertinên di destûrê de bêne kirin, xeta me ya sor heye. Ew jî eve ku, eger hukumet di qanûna hilbijartinan de baraja heyî ji sedî 10-ê neyne xwar, em pişgiriya guhertinan nakin“
Lê vê derê helwesta BDP-ê gelek girîng e. Bê goman dema mirov pişgiriya guhertinekî bike dive pêşniyarên mirov jî hebin û danûstaninek çêbibe. Mafê BDP-ê ye ku daxwaziya nivzkirina baraja heyî bike. Rastî jî heyina vê baraja bilind,ne demokratîke û dibe astenga ku millet bi awayê pêwist di parlementoyê de nayê temsîl kirin. Lê dema mirov li rewşa îro û zîz bûna di civatê de heyî dinêre. Divê BDP helwesta xwe vekirî deynê hole û pêşniyarên xwe jî ji raya giştîre eşkere bike û ji hukumetê bi israr bixwaze ku ev pêşniyarên wan berçav bêne girtin. Lê hertişt bi guhertina barajê ve bê gêrêdan û pişgiriya guhertinan di destûrê de neyê kirin. Hingê bivê nevê BDP dibe asteng di guhertinan de. Divê BDP, gelek bi hesasî vê yekê binirxîne. Niha eger ne bi temamî bi keyfa me bê jî, ev guhertinên çêbibin dê di berjewendiyên pêşketina demokrasiyê de be. Li gora kurda dive pîvanek hebe. Ew jî ev be: Gelo guhertinên çêbibin di berjewendiyên kurdan de be? yan jî dê zererê bide kurdan ? Mirov feyde û zerera van guhertinan nisbet kurda dide berhev. Feyde gelektirbe divê pişgiriya van guhertinan bê qeyd û şert bête kirin, na zerera kurdan tê de hebe bila pişgirî qet newê kirin û dijê wan helwest bête danîn. Divê ev yek wek pîvan bê girtin û li gora wê jî BDP helwesta xwe bide kifşkirin û dengê xwe li gora vê pîvanê kar bîne.
Di rastiya xwe de dive destûra bingehîn ya Tirkiye ji serî heta binî bête guhertin destûrek nû,sivîl û hemdem bê amadekirin. Lê statukoparêz rê nadin vê yekê. Herweha ew hêza bi istiqrar jî tuneye ku lingê xwe bide erdê û vê guhertinê bike. Ji bo vê hinek bê jî guhertin çêbibin û ev guhertin zererê nedê doza destxistina mafê gelê kurd, dê zemînekî baştir ji bo xebata demokratîk peyda bike, dive pişgiriya van guhertinan bê te kirin. DTP, bila bimîne heviya ku ev guhertinên dixwazin bêne kirin zelal bibin. Hingê li gora wê helwesta xwe bêjin dê baştir be. BDP, bi helwesta xwe bibe palek ji muxalefeta heyî re dê, bikeve di nav çewtiyek mezin de. Hêvî ewe ku BDP,li gora berjewendiyên kurdan bibe xwedî helwest û li gora vê jî pişgiriyê bide guhertinên ku bibe zemînek ji xebata demokrasiyê re.
Tu demana ku ev biryar ji parlementoyê derkevin û bi refernadomê jî bête qebûl kirin bibe qanûn tuneye. Ji ber ku Dadgeha Qanûna Esasî, dikare guhertinên çêbibin li gora destûrê nebîne û qebûl neke. Vêca li welatekî qanûn ev bin û dadgehek bikaribe biryara parlementoyê û ya gel nasneke, zehmetiyên mezin derdikevin hole. Çareserç guhertina destûrê bi temamiye û rakirina Dadgeha Qanûnî ya Esasiye.
6.Adar.2010
Dara Bilek