Bi rihê raperînê beşdariyê di hilbijartinan de bikin
Bi navê xwedayê mezin û dilovan!
Xuşk û birayên delal!
Silavekî birayane ya germ li we hemuyan be!
Îro li dîroka xebata gelê me da rojeke pîroze, roja raperîna mezina bihara sala 1991, ew raperîna ku werçerxanek bû li dîroka xebata gelê me da, ew raperîna ku bersîvek bû ji bo hemû wê zulm û zordariya li gelê Kurdistanê hate kirin û bersîv bû ji bo enfal û bersîv bû ji bo kîmyabaran û wêrankirina hezaran gundê Kurdistanê. Li vê rojê da ruhê tebayî û birayetî û hevkariyê dabeziye li nav hemû maleke Kurdistanê. Ji bo wê yekê me karî wê serkeftina mezin tomar bikîn.
Li dîroka xebata rizgarîxwaza gelê me da çendîn şoreşên mezin û çendîn serkirdeyên mezin û qehremanê lêhatî zorê li ser wan danî. Lê belê bi mixabinî li encam herdem şoreşên me tûşî têkçûnê hatin ji ber wê yekê ku em yek rêz û yek teba nebûn. Lê belê li raperîn eve derseke gelek gelek bi qîmet bû ji bo me hemûyan, ku pîşan da her demê em yek rêz û yek teba bîn tu hêzek û tu dîktatorek nikare berev serkeftin û azadiyê de rê li me bigre.
Li heft rojek de seranserê Kurdistanê hate rizgar kirin û du feyleqê artêşa Iraqê teslîmî gelê Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman bûn û li wê rojê da gelê Kurdistanê careke din îspat kir ku belê em bi kiryarê baweriya me bi lêborînî û pêkve jiyanê heye, û ew serbazên beşdarî li wêran kirina paşaroja me bûn û li enfal û kîmyabarana me, gelê Kurd mîhvandariya wan kirin û bi rêz ve rê dan ku hemû vegerin li nav kesukarên xwe. Eve mezinbûn û çanda lêborîniya gelê Kurdistanê pîşan dide.
Niha jî ez hêvîdarim ew ruhê lêborînî û pêkve jiyanê û ew rûpela nû ya ku wê serdemê me kir vegerê li nav me û bi wê ruhê tebayî û birayetiyê pêkve kar bikîn bo ku gelê me bextewertir û serfiraztir û serkeftîtir bibe.
Ez li vê rojê da pîrozbahiyê pêşkêşî hemû xuşk û birayên xwe yên li hundir û derveyê Kurdistanê dikin, û hêvîdarim hengavên me berev serkeftin û serkeftinên zêdetir berdewam bibin.
Li wê serdemê da rûpeleke nû hate vekirin û gelek kes li wê baweriyê da bûn ku ew biryara serkirdayetiya siyasî Bereya Kurdistanî li cihê xwe nebe, lê belê bi kiryarê derket ku biryareke hekîmane bû, û ew ewlehî û asayîşa ku îro li Herêma Kurdistanê da heye yek ji wan sedemên serekiyên wê ne, ew ruhê lêborînî bû ku kete li nav gelê me.
Xuşk û birayên birêz!
Du siba roja dangdanêye ji bo Parlemena Federala Iraqê, ez daxwaz ji we dikim hemû li wê rojê de biçin deng bidin, ji ber ku pêwîstiya me bi wê heye ku nûnerên me biçin Bexdayê, û ew beşa ku li ber me ketiye û beşa xwe ya li wê Parlemenê de em bi tevahî wan bişînin wir, hêza me li hevpeymaniya me daye, lê belê bo ku hevpeymaniyeke bi hêz me hebê pêwîstiya me bi wê yekê heye ku nûnerên me heta wê asta ku ber me ketiye hemû biçin wir û hêza Kurd pîşan bidin.
Min hêvî dikir ku hemû bi yek lîste ve biçîn, lê belê ji wê jî girîngtir eweye ku hemû bi yek helwêstî ve biçîn û wê peymana ku hemû hîzban bi gelê Kurdistanê dane li dema ku ez li gel wan rûniştim hêvîdarim ew li bîra wan bê û hemû girêdayî wê peymanê bibin. Eger li nav xwe da me nêrînên cuda hebê sirûştiye lê belê li Bexda divê em yek helwest bîn.
Xuşk û biyarên delal!
Hun azadin deng bi kî didin, hun bi xwe teqdîra wê yekê dikin, deng bi wî kesî bidin ku hun jê bawerin ew dê baştir xizmeta we bike.
Hê jî gelek astengî li ser rêya me heye, hê jî gelek kesên wiha hene ku dixwazin wan destkeftên bi destûr bi destê gelê Kurdistanê ketine lê werbigrin ve an kêm bikin, gelek maddeya destûrî heye pêwîstiya wan bi wê yekê heye ku yasa ji bo wî derbikeve, ji bo wê yekê ku berbijêrên me bûne nûner û çûn Parlemena Bexda divê wê yekê li ber çav bigrin ku bo wê yekê çûne ku li wir hêz û bereyek hebê û şerkerê baş bin, lê belê çekê wan destûr û yasaye.
Em hevpeymaniyê li gel wan kesan dikîn ku dostê mene û gelek tiştê me yên hevbeş bi pêkve heye, ku hevxebat bubîn pêkve û li ser hemûyan jî îltîzama wan bi destûr û bi taybetî cih bi cih kirina maddeya 140 hebe û ez bi taybetî daxwaz ji xuşk û birayên delal dikim li bajarê Kerkûka delal îro derfete ji bo wê yekê ku îspat bikin pênase û nasnameya Kerkûk pênaseyeke Kurdistaniye, daxwaz li we dikim vê derfetê ji dest nedin.
Xuşk û birayên delal!
Her wiha daxwaz ji hemû birayên delal dikim ji Pêşmerge û Polîs û Asayîş ku azadiyeke baş û ewlehî û asayîşê ji bo hemû gelê Kurdistanê ferahem bikin, û hêvîdarim hilbijartin hilbijartineke bê pirsgirêk û azadane bê, û gel azad bê û divê azad jî bibê li dengdanê de, û nabê tu pirsgirêk bixin pêşiya wan û pêşiya tu lîsteyek û tu qewareyek û tu keseke din, hemû kes azade çawa bixwaze divê wiha dengê xwe bide.
Li dawiyê da ez daxwaza serkeftinê ji bo we dikim û her şad û serkeftî bin.