Cîhana bê atom fantazî ye

 

40 Saliya peymana çekên Atomî

40 sal berî niha yek ji belgeyên giring yên navnetewî Peymana Nebelavkirina Çekên Atomê kete merîyetê. Di maweya wan 40 salên buhurî da li cîhanê çekên atomê ne hatin kêmkirin, lê berovajî baresta wan hate zêdekirin.

Peymana Nebelavkirina Çekên Atomê, çend sal piştî krîza Karîbê, ku tewaya mirovahîyê li hember metirsîya tunebûnê hiştibû, di sala 1970`yan da hate imzakirin. 40 sal wexteke gelek dirêj bû, ku sîyasetmedar û berpirsên dewletan tê bigihijin, ku pêşbazîya di warê atomê da, dikare bibe sedemê hilweşandinên global. Di destpêkê da, Yekitîya Sovyetan, Amerîka, Çîn, Brîtanya û Fransa ew peyman imza kirin, ku xwedî çekên atomê bûn. Bi imzakirina wê peymanê wan dewletan statûyên xwe yên di warê atomê da jî dane tomarkirin. Armanca wan ew bû, ku li hember pêşdabirina teknolojîyên atomê bibine asteng û wan teknolojîyan nefiroşine welatên sisîyan. Di perspektive da, di wê belgeyê da armanceke din hate destnîşankirin. Anegorê wê jî, gereke hemû rezervên çekên atomê li cîhanê hatibana tunekirin. Ew plan heta niha ne hatîye pêkanîn.

Her tim alozbûna rewşa navnetewî, nakokîyên jeopolîtîk, konfilîktên herêmî yên li ser fona geşepêdana zanyarî û teknolojîyê berpirsên gelek dewletan neçar hişt, ku biryara pêşdabirina bernamên xwe yên taybet yên atomê bistînin. Di dema merîyeta belgeyê da, 190 dewlet bi tevî wê peymanê bûn. Tenê sê dewletan ew peyman imza nekir in: Îsraîl, Pakîstan û Hindistanê. Çend sal berî niha Koreya Bakûr jî, ji wê peymanê derket. Li gor nirxandinên cuda, li dora 30 dewletên ew peyman imzakirinî li ser bernamên xwe yên atomê xebatê dikin. Ji bo nimûne Komara Afrîka Başûr dest bi bernama atomê kir û li gor hinek saloxîyan ezmûnên bomba atomê jî hatine derbazkirin. Lê ji hemûyan zêdetir bernamên atomê yên Koreya Bakûr û Îranê li cîhanê bi haydarî têne pêşvazîkirin.

Rêvebirê beşa problemên kêmkirina çekan ya Akademîya Zanyarîya Rûsyayê Aleksander Pîkayev li ser wê bawerîyê ye, ku peyman bi giştî armancên xwe pêk tine.
Problemên bingehîn bi wê yekê ve girêdayîne, ku hinek welat dixwazin bibine xwedî çekên atomê. Koreya Bakûr yek ji wan dewletan e. gelek giring e, ku Koreya Bakûr dest ji çeka atomê berde. Bi beşdarbûna Rûsyayê dîyalog bi çalakî li ser wê yekê têne meşandin. Metirsîyên wisa hene, ku dewletên din jî dikarin çav bidine Koreya Bakûr. Metirsîya herî mezin jî ji alîyê Îranê ve tê. Rûsya yek ji beşdarên piralî ya pêvajoya diplomatik e, ku nehêlin Îran bibe xwedî çeka atomê.

 

 

(RUVR)

Problema sereke ya Peymana Nebelavkirina Çekên Atomê ew e, ku dewlemendkirina ûranyûmê bi tevî armancên sivîl dikarin ji bo armancên leşkerî jî bêne bikaranîn. Aresteya wê armancê bi îradeya rêvebirên dewletan ve girêdayî ye. Cîhan li hember duryanê ye. Ji alîyekê ve peymana nebelavkirina çekên atomê belgeya sereke ya astengkirina teknolojîyên atomê ye, ji alîyê din ve, rêvebirên gelek dewletan ne li gor hiqûqa navnetevî, lê li gor potansîyelên xwe yên atomê tevdigerin. Wisa dîyar e, ku di demên nêz da pêşîlêgirtina wan pîkolan wê ne hêsan be.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: