Îro dengdanê dest pê kir
Îro 7.3.2010ê li herêma Kurdistanê û sertaserî Îraqê hilbijartinên parlamentoya Îraqê dest pê kirin. Li gor agahiyên komsyona bala a serbixwe a hilbijartinan li Îraqê, 19 milyon kes li Îraqê ku, mafê dangdanê heye, dê li 52 hezar lokalên dengdanê li sertaserî Îraqê dengê xwe bidin. Îro hevwelatiyên herêma Kurdistanê û Îraqê, yên ku mafê dengdanê heye dê 325 berendaman ji koma 6292 berendaman bo parlamentoya Îraqê hilbijêrin.
Li gor komsyona hilbijartinan nêzîkî nîv milyon ji çavdêrên biyanî, navxwe û nûnerên qewareyên siyasî çavdêriyê li hilbijartinên parlamentoya Îraqê bikin. Çavdêrên biyanî ji 38 welatan hatine çavdêriya hilbjartinan bikin.
Li herêma Kurdistanê 381 berendam ji 28 qewareyên siyasî beşdarî hilbijartinan dibin û jimareya dengderan li herêma Kurdistanê 2.4 milyon dengder in.
Weke tê zanîn dengdana taybet li
Roj 4.3.2010ê li herêma Kurdistanê û sertaserî Îraqê dest pê kir bû nêzîkî li dor 600 hezar kesan ji pêşmerge, leşker, polîs, girtî, nexweş û karmendên saziyên tendirustiyê beşdarî di dengdana taybet de kir bû û li gor agsahiyên komsyona hilbijartinan nisbeya beşdariyê ji %60 bû.
Herwesa dengdanê roja 5ê vê mehê li 16 welatan derveyî Îraqê dest pê kir û dê heta 7ê mehê berdewam be.