Kultur

Êrîşa li dijî Rojtv ji bo demokrasiya Belçîkayê lekeyek reş e

Êrîşa li dijî Rojtv ji bo demokrasiya Belçîkayê lekeyek reş e

Belçîka yek ji wan welatan e ku, demokrasiyê ji xwe re rêber nîşan dibîne, çand, ziman û olan li hev nêzîk dike û ji bo dostanî biratiya mirovan xebatê dike. Bi taybetî bi tundî diçe ser êrîşên li dijî çapemeniyê û ji bo azadiya çapemeniyê gavên erênî davêje.

Rojtv jî ji bo heman armancê xebatê dike. Lê mixabin e ku, li navenda Ewropayê, êrîşa polîsên Belçîkî li dijî Rojtv qet nikare bê fêmkirin û pejirandin. Êrîşa li dijî Rojtv ji bo demokrasiya Belçîkayê lekeyek reş e û divê ev rastî ji aliyê welatên ewropî û cîhanê bê zanîn.

Di van demên dawiyê de, li Italya, Ispanya, Farnsa û Elmanyayê jî li dijî dezgeh û şexsiyetên kurdan êrîş pêk hatin. Ev êrîş qet nikarin bêne qebûlkirin. Ez, êrîşên li dijî dezgeh û şexsiyetên kurda bi hişkî şermezar dikim.

Kemal Gorgu
Komîteya Aşitiyê ya Swêdê (Svenska Freds Komiten), endamê komîteya karger
Artîstên ji bo Aşitiyê li Swêdê (Artister för Fred), endamê komîteya karger
 
EuroKurd News – eurokurd.net

Back to top button