Civak

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî bo sala nû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta hatina sala nû peyamek ji bo Raya Giştî ragihand.

Nêçîrvan Barzanî dibêje: Di vê rewş û qonaxê da û di şert û mercên niha de, karên hevbeş û yekrêzî yekane rêya bihêzkirina statuya Herêma Kurdistanê û bidestxistina mafên me yên rewa ye

Peyam:

Bi helkefta hatina sersala nû 2025ê, ez germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû welatiyên hêja yên Kurdistanê, bi taybetî malbatên serbilind yên şehîdan, pêşmerge yên qehreman, hêzên ewlekariya navxweyî û hemû pêkhateyên Kurdistanê, herwesa pîrozbahî li gelên Iraqê û hemû cîhanê dikim. Bi hêviya ku sala nû bibe saleke tijî aştî, aramî, geşepêdan, xêr û xweşî ji bo hemûyan.

Sala 2024’an di navçeyê da guherîn û werçrxanên mezin pêk hatin û kêşeyên ewlehî û siyasî bandora xwe li ser rewşa hemû navçeyş kiriye. Ev pêşhatine me hewce dike ku em baş bifikirin û yekrêzî û hevahengiya xwe ya navxweyî xurt bikin da ku em bikaribin rûbirûyê wan tehdîdên ku ewlekarî û aramiyê tehdît dikin, bibin û her weha sûd ji derfetan werbigirin.

Ji vê helwêstê ve ez bang li hemû aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê dikim ku bi hev ra kar bikin ji bo derbaskirina nakokiyan û ber bi paşerojê ve bi rihê berpirsyariya hevbeş a niştimanî bimeşin. Di vê rewş û qonaxê da û di şert û mercên niha de, karên hevbeş û yekrêzî yekane rêya bihêzkirina statuya Herêma Kurdistanê û bidestxistina mafên me yên rewa ye. Ji ber wê jî ez tekezî li ser giringiya bilezkirina pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim.

Bi vê minasibetê, ez pabendbûna Herêma Kurdistanê ji bo karkirina digel Hikûmeta Federal a Iraqê û hevkarên me yên navçeyî û navdewletî ji bo rûbirûbûna kêşeyên hevbeş û dîtina çareyên mayînde ji pirsgirêkan ra dubare dikim. Hevkariya di navbera me da dê bibe fakterek ji bo aramî, aştî û geşepêdana Iraq û navçeyê û dê bibe alîkar ku pêkvejiyana aştiyane di navbera gel û pêkhateyên navçeyê de.

Herêma Kurdistanê bi îradeya samîmî ya gelê xwe ji hemû pêkhate û hêzên niştimanî, şiyana derbaskirina kêşeyan û berdewamiya avakirina paşerojeke baştir ji bo nifşên paşerojê heye. Werin em bi hêvî û umêd ve sala nû bikin derfetek ji bo xebatên cidî û bidestveanîna daxwazên gelê xwe.

Sala nû li hemûyan pîroz be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31.12.2024

Back to top button