Civak

Mesrûr Barzanî:Hêvî dikim sala nû sala aştî, aramî û awedaniyê be

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi minasebeta sala nû ya zayînî 2025an peyamek belav kir, tê de pîrozbayên xwe pêşkêşî tevahiya welatiyên Herêmê û tevahiya Kurdistaniyan kir û hêviya şadî, xweşguzeraniyê û saleke pir ji aramî xwast.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi minasebeta hatina sala nû ya mîladî ya 2025an, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya welatiyên herêmê û tevahiya Kurdistaniyan dikim û hêviya şadî, xweşgozeraniyê û saleke pir ji aramî bo hemûyan dikim.

Spasiya berxwedan û bêhin firehiya xelkê nîştimanperwer û zilimlêkirî yê herêma Kurdistanê dikim ku, mixabin jiber çê kirina kêşeyan û ne şandina şayîsteyên darayî yên mûçexwerên herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federalî ve, mûçexwerên herêma Kurdistanê saleke dijwar ya darayî derbas kirin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê tevahiya erkên xwe bi temamî cîhbicîh kiriye lewre lazime ev kêşeya han di sala nû de bi awayeke hertimî were çareserkirin.

Herwiha hêvî dikin di demeke nêz de giftûgoyên aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê bigehêjin encamê û li ser ava kirina kabîneya nû ya hikûmetê bigehêjine rêkeftinekê bo ku, hikûmeteke yekgirtî, bihêz û seraserî yaku, bikaribe di asta erk û astengiyên niha û pêşerojê de be û bêyî cudatî xizmeta tevahiya pêkhateyên herêma Kurdistanê bike, were avakirin.

Sala nû li tevahiya aliyan pîroz be û hêvî dikim sala aştî, aramî û awedaniyê be.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî 

31.12.2024

Back to top button