Nivîsar

Salnameya rastîn a neteweyê kurd û bikaranîna saeta kurdî

Piraniya zanayên olî jî di berhemên xwe de behsa Newrozê dikin û xameşoriya xwe bi reşbelekiyên şahiya ku wek berhem ji Kurdan re mane, xemilandine.

Zeynelabidîn Zinar

Ev rastî ye ku Neteweyê Kurd di Sedsala Bîstî de pêrgê karesatên pir mezin bûye û di warê ziman û çanda xwe de jî, pir hatiye heşifandin. Ji ber hindê çend nivşên Kurd ên dawî ku gehane, ji gelek tiştên bav û bapîrên xwe bêageh in û di pêvajoya demê de her tiştê xwe jibîr kirine. Piştî wan karesat û heşifandinan, şiûra xwe ya nijadî jî wenda kirine.

Lê dîsa jî em dibêjin, bereketa Xwedayê mezin li Medreseya Kurdî û hin peyrewên wê be. Çendî ku hindik bin jî, dîsa li gor jimara Kurdan niha pir hene ku ta niha jî wê çanda bav û bapîran di nava hicirkên mejiyê xwe de parastine.

Îro piraniya Kurdan salnameya Îsa Pêxemberî bi kar tînin ku îro li wê gorê tarîx 01/ 01/ 2025 e.

Lê belê piraniya Kurdan serê sala xwe, roja 13ê meha yekê dihesibînin.

Li gor baweriya piraniya mêjûzanên Kurd, ev herdu tarîx jî ne yên Kurdî ne.

Ji ber ku tarîxa kurdî ya rastîn, 21ê Adarê ye.

Diyar e ku 21ê Adarê NEWROZ e jî.

Bi destpêka Newrozê, reng û ruyê salê tê guhertin; kanî xurt dibin, avzêm der dibin, dinya geş dibe, xweza şên û şîn dibe û xwe nû dike, gul û çîçek vedibin û mêrg û terazin dixemilin, dar û ber hêşîn dibin û çîçekên cihêreng vedikin. Sewal û ajalên giyaxwur jî, di wê xemla ruyê erdê de têr dixwun û vedixwun, berê wan zêde dibe, sexlik çêdibin û bahrîn û wahrîna wan deşt û zozanên Kurdistanê dengvdêr dikin.

Herweha piraniya zanayên olî jî di berhemên xwe de behsa Newrozê dikin û xameşoriya xwe bi reşbelekiyên şahiya ku wek berhem ji Kurdan re mane, xemilandine.

Cejna Newrozê li bajarê Mekeyê jî, ji aliyê Qureyşiyan ve hatiye pîrozkirin. Pîrozkirina Newrozê Pêxemberê me jî û Xelîfe Elî jî dema ku helawiya Newrozê xwarine, kêfa xwe ji şahiya wê re anîne.

Diyar e ku gelek dîtinên çewt ketine nav mîjiya Kurdan û dema ew nivîsekê li ser Kurdan dibênin, lêkolîn li serê nakin û yekser herwekî sast û rewa be şirove dikin û werbêja wan diweşînin.

Di Newrozê de rastiya mesela Dehakê ku her roj du xortên Kurd serjê dikirin û mejiyê wan didane marên di sere Dehakî de tune. Ji ber ku tarîxa Dehakî nû ye, lê 15 hezar sal berî Îsa Pêxemberî Kurdên Kûtî û yên Kurtî dewlet ava kirine. Herweha Kurdên Lorî jî 12 ezar sal berî Îsa Împeretorî ava kirine. Eger em bawerî bi Dehak û jêkirina serê ciwanên Kurd bînin, em nikara 15 û 12 hezar salên ku Kurdan dewlet ava kirine dikin.

Mesela Newrozê rast e, lê dema ku ASÛR welatê Kurdan vegirtiye, 6 yan jî 8 eşîrên Kurd yekîtiya xwe çêkirine û şerê Asûr kirine û welatê xwe ji binê destên wî rizgar kirine. Di şeva pêşî de Kurdan li ser hemû gir, tepe û çiyayên Kurdistanê agir dadane û xelkê xwe bi rizgarkirina ji bindestiya Asûr agahdar kirine. Ha ew roj hem Newroz e û hem jî SERSALA KURDÎ ye. Piştre Kurdan dewlet ava kirine û bi nave MAD împeretorê çêkirine.

Hinek dibêjin ew sal 2725 e, hinek dibêjin ew sal 2556 e.

De her çi be, di pêşerojê de wê akademisyenên Kurd rastiya sale bipeyitînin ku kijan sal e.

Gelek çewtiyên wisa di hin rûdanên din de jî çêbûne û her kes herwekî rast be, dibje û dinivîse. Mînaka Memê Alan li ber çavan e: Va ye navê eşîra Alan li ser navê Memê ye. Memê ji Makuyê ye û hatiye Cîzîra Botanê.

Îcar niha navê MAKÛê kirine welatê MEXRIBê.

Ew deryaya ku dibêjin jî, Gola Ormiyê bûye (Kurd ji wê golê re jî û ji ya Wanê re jî dibêjin BEHSR).

Têkiliya Memê Alan bi welatê Mexribê ve tune.

Dema Mem bi siwariya hespê hatiye nêzê Cizîrê, Beko di nava parêzê xwe de bûye û pê re bi kurdî peyivîye.

BIKARNÎNA SAETÊ

Berê bikaranîna saeta Kurdan, ne wek ya îro bû.

Ji ber ku bavê min meletî dikir, haya min rind ji saetê hebû. Di salên 1957-58an de baş tê bîra min, bikaranîna saetê weha bû:

Banga nîvro saet di navbera 7 û 8an dihate dayîn, lê niha saet di navbera 11 û 12yan de tê dayîn.

Banga mexrebê, di meha rojiyê de ji bo fitarê saet li dora 12 dihate dayîn, lê niha saet di navbera 17 û 18yan de tê dayîn.

Gelo çima ew haweyê saetê jî hate guhertin?

Bi hêviya lêkolînên berfireh li ser babetên wisa, her şad û serfiraz bin.

01/ 01/ 2025.

Back to top button