Civak

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawî ya Diya Ciwan

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo koça dawî ya nivîskar û helbestvana Kurd siyasetmedar Diya Ciwan di medya Cicakî de peyamek a serxweşiyê ragihand.

Nêçîrvan Barzanî dibêje:

Ji bo koça dawiyê ya Xwedê jê razî helbestvan û nivîskara navdar a Kurd Diya Ciwan, sersaxiyê ji malbat û kesûkar wê yên rêzdar û nivîskarên Kurdistanê re dixwazim. Diya Ciwan bi helbest û nivîsên xwe, bi dilsozî û helwestên xwe yên welatparêzî, bi mirovperweriya xwe, cihê xwe yê hejî û bi rêzdarî di nav gelê xwe de girtibû. Canê wê şa be û bîranîna wê her tim bi xêr be.

Back to top button