Civak

Peyama serok ji bo sala nû

       

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo hatina serê sala 2012 ê zayîniyê ve, silav û pîrozbahiya xwe ya germ pêşkêşî hemû çîn û tuwêjên gelê me û hemû hizb û aliyê siyasiyên Kurdistan, Iraq û tevahiya cîhanê dikim, bi taybetî xuşk û birayên ezîzên hizb û aliyê siyasî û rewşenbîrî û civakiyên Mesîhiyên li Kurdistanê û ew xuşk û birayên Mesîhiyên ku bi sedema teror û siyaseta toqandinê wekî hêvîgeheke aram hatine Herêma Kurdistanê û silavên pir bi dilsoziyê jî ji malbata serbilinda şehîdan û kîmyabaran û enfalkiriyan û hemû birayên Pêşmergeyên Kurdistanê pîrozbahiyên xwe radigihînim.

Hêvîdarim sala nû, sala destkefta zêdetir û xweşguzeranî û hukma qanun û mikumkirina pêkve jiyana birayane û bi pêkve karkirina hemû pêkhat û hemû aliyên Kurdistanê bê ya bi navê pêşkeftina zêdetirê Herêmê ya li ruyê siyasî û demokratî û xêr û xweşî û avadankirin û geşkirin pêkanîna armancên neteweyiyên gelê me û aramiya hemû cîheke Iraqê bigrê û çareseriyeke lezgîn ji bo tengasiyên siyasiyên niha re peydabike. Ew jî bi pişt bestina destûr û hevbendiya rasteqîne û îhmalnekirina tu pêkhateyek ji pêkhatan û mafê hemû aliyek jî parastî bê.

31/12/2011

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

Back to top button