Kurdistan û serxwebûn
Ragihandina serxwebûna Kurdistanê pirsek rojane ye
Piştî biryara girtina cîgirê serokkomarê Iraqê ji aliyê dadgeha Bexdayê û bûyerên pêkhatîn rewşa Iraqê kete di pêvajoyek nû de. Dihat zanîn ku dema hêzên Amerîkayê xwe ji Iraqê bidin aliyekî dê tevlîheviyek pêyda bibe. Serokê Kurdistanê di vî warî de bala Amerîka û Iraqê kişandî bû.
Dema Amerîka xwe da aliyekî vekirî xûya kir ku, Iraq û dezgehên dewletê ku li Iraqê li ser bingehê qanûna heyî hatîn avakirin ji bo desthilatdariya Iraqê ne gelekî girîng e. Cardin nakokiyên di navbera Şîa û Suneyan de heyîn derketin pêş û kesek guh nade yasa û qanûna.
Piştî du cîgirên serokkomarê Iraqê, cigirek serokwezîrê Iraqê û wezîrê darayî ji Bexdayê revîn û berê xwe dan Kurdistanê ev bû destpêka prosesek nûjen li Iraqê. Serokê Kurdistanê pêşwaziya van kesayetan kir û ji bo çareseriya pirsgirêka heyî di cih de însiyatîf girt û daxwaziya kongreyek niştimanî Iraqî kir.
Li ser vê daxwaziya serokê Kurdistanê serokwezîrê Iraqê Malikî xwest ku, Barzanî ew kesên ku çûyîn Kurdistanê teslîmê Bexdayê bike. Barzanî ji bo pêkanîna kongreyek niştimanî û herweha ji bo çareserkirina pirsgirêka heyî dest torek nû ya dîplomasiyê kir û nûnêrên xwe ji bo hevdîtinan li gel aliyên Şîa yên cuda bi aktîf êxistin dewrê de.
Rewşa Kurdistanê li gora rewşa Iraqê gelek guhertiye. Li himber hinek kêmasiyan li Kurdistanê dezgehên dewletê serdestin û herkesek rêzê lê digre û pêwendiyek di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanî de heye.
Herweha kurd di desthilatdariya Bexdayê de jî xwedî gotinin û giraniya wan di siyaseta rojane ya Bexdayê de vekirî dixweyê. Ji bo têkbirina rewşa aram û asayîşa Kurdistanê gelek hewldan hatin kirin. Sedemê bingehîn ya van hewldana ew bû ku, dema mercên pêşerojê bêne guhertin û ihtimala ku kurd bixwazin serxwebûna Kurdistanê ragihînin ji niha ve têk birin.
Lê helwest a serokê Kurdistanê ev hewldan xira kirin û destê ku dirêjê aramiya Kurdistanê bûyîn şewilandin.
Eve demek e ne gelek vekirîbe jî behsa serxwebûna Kurdistanê tê kirin. Îro kurd bi xwe ji tecrûbeyên van 20 salên dawî derbas kirîn ji ragihandina serxwebûnê re amade ne. Lê Ragihandin tişteke pejirandina vê serxwebûnê tiştek din e. Mimkine ji gelek aliyan rexne hene ku ji bo çi Barzanî serxwebûna Kurdistanê ranagihîne. Ez di vê baweriyê de me kesek wek Barzanî serxwebûna Kurdistanê naxwaze. Lê kesek jî wek wî nizanê ku qonaxa siyasetê taybetî li herêmê û cîhanê çikas dest dide û dê ev pirs bê pejirandin yan na.
Piştî hilbijartina 8 mehan hukumeta Iraqê bi xebata serokê Kurdistanê û însîyatifa wî hate damezirandin. Di bingehê xwe de ji wê rojê û hirve, heta roja biryara derketina hêzên Amerîka ji Iraqê hatî dayîn hir ve ragihandina serxwebûna Kurdistanê bi awayekî di rojevê de ye.
Li Kurdistanê, gelên Kurdistanê zêdeyî ji % 90 serxwebûna Kurdistanê dixwazin. Heta hinek dezgehên sivîl di vî warî de lêpirsên kirine û nebza xelkê Kurdistanê di vê derbarê de girtine.
Rewşa deverên ku ji Kurdistanê veqetiyayî, wek Kerkuk û deverên dikevin ber madda 140-ê pirsgirêka herî mezin e di navbera Kurdistanê û Iraqê de.
Ev e 8 salin Iraq naxwaze ev pirs bê çareserkirin. Herî dawî serokê Kurdistanê da xuyakirin ku, “ Eger ev pirs neyê cihbicih kirin, dê parlementoya Kurdistanê biryarê li ser pirsa maddeya 140 bide“ Parlementoya Kurdistanê biryarekî li ser vê pirsgirekê bide ev helwest bi xwe jî awayek ya ragihandina serxwebûna Kurdistanê ye û amade kirina zemînê serxwebûnê ye.
Yekitiya Kurdan li Iraqê di parlementoya Iraqê de destê kurda xort dike û dibe sedemek bingehîn ku, roja pêwist gavên pêwist bêne avêtin.
Di qonaxek hale girîng û taybet de, pêwiste hemû partî û aliyên siyasî li Kurdistanê berjewendiyên neteweyî li ser her tiştekîre bigrin û li dora pêşniyar û daxwaziyên serokê Kurdistanê kom bibin yekitiyek Kurdistanî di nava xwe de pêkbînin.
Serokê Kurdistanê mercên Iraqê, herêmê û cîhanê baş dizane. Rojane di nav vê xebatê de ye û ev gotubêj di paya herî bilind de têne kirin.
Bûyerên gelek balkêş li Iraqê, Kurdistanê û herêmê çêdibin bandore xwe li gelek biryarên siyasî dike. Rojev ji bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê avis e. Lê dive mirov gelek hay ji vê prosesê hebê şehreza be ku , dema rast bizanibe da ku rojev a ji vê pirsê ve avis, beravêtî nebe.
Bi vê hêviyê sersala nû li hemû kurd û Kurdistaniya pîroz dikim..
31.12.2011
Dara Bilek