Civak

Peyama serok Barzanî

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de cejina Qiyame û sersala Babilî û Aşûrî ya mesîhîyan pîroz dike. Barzanî di peyama xwe de dêvî dike ku ev minasibete bibe hêvênê biratî, wekhevî û aramiyê û têkşikandina terorê.Peyama serok Barzanî:Binavê Xwedayê bexişinde û mîhrebanBi minasibeta hatina cejina Qiyame û sersala Babilî û Aşûrî, ez gerimtirîn pîrozbahiyan li xûşk û birayê mesîhî li Kurdistan, Îraq û hemû cîhanê dikim.Ez hîvîdar im ev minasibete bibe hokarê bidesthatina biratî, wekhevî û aramiyê û herwesa têkşikandina teror û tundûyûjiyê be. Di vê miansibetê de dawî bi derdeserîyên xûşk û birayên me yên mesîhî û pêkhateyên din li Îraq û devrê bê û hemû alî bi aşitî û azadî bi hev re bijîn.Cejina we pîroz be û şadî û bexteweriyê ji we re dixwaz im.Mesûd Barzanî31.03.2018

Back to top button