Civak

Hikûmeta Kurdistanê cejina mesîhîyan pîroz dike

Hikûmeta Kurdistanê di peyamekê de cejina Qiyame û Ekîto li mesîhîyên Kurdistanê pîroz dike û hêvî dike ku cejinên bên di rewşeke baştir û aramtir de pîroz bikiin.Peyama hikûmeta Kurdistanê:Bi helkeftina cejina Qiyame û cejina Ekîto, sersala Babilî-Aşûrî, em gerimtirîn pîrozbahiya li xûşk û birayên xwe yên mesîhî (kildanî, siryanî û aşûrî) li Herêma Kurdistan, Îraq û hemû cîhanê dikin. Em hêvîdar in cejineke xweş û aram bi rê bikin û hemû salên wan xweşî û şadî bin.Ev her du cejinên pîroz di demkê de tên ku, mixabin, hêşta bi hezaran xûşk û birayên mesîhî, ji encama êrîşên terorîstên DAÎŞ û alozî û tundûtûjiyên li Deşta Neynewa û Mûsil û ji gelek deverên din yên Îraqê neçar bûn mal û milkê xwe bi cî bihêlin, di koçberiyê de dijîn. Em hêvîdar in hemû minasibe û cejinên bên di nav rewşeke baştir de pîroz bikin û xûşk û birayên mesîhî jî bi serbilindî bo ser deverên xwe yên avadankirî vegerin û jiyaneke bi aram û şad bijîn.Careke din cejina Qiyame û Ekîto li hemûyan pîroz be, her di nava cejin û xweşiya de bin.Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê31.03.2018

Back to top button