Civak

Vegeriyana pêşmerge ji bo Kerkûkê

Ev heyameke ji bona ku careke din pêşmergeyê Kurdistanê vegere Kerkûk û deverên kurdistaniyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê gelek miahawile tên kirin û Dewletên hevpeyman û bi taybetî Amerîka li ser vê pirsê digel Hewlêr û Bexdayê di nava tevgerê de ye.Cafer Mistefa wezîrê berê yê pêşmerge dibêje ku Amerîka lêdixebite ku weke sala 2014ê odeya operasyonên hevbeş di navbera Hewlê, Bexda û Hevpeymanan de bê pêkanîn û ew alî bi hevre dosyeya emnî bgirin destê xwe. Sala 2014ê pêşmerge, arteşa Îraqê û hêzên Hevpeymanan bi hevre deverên nakokîda diparastin ku bi devera madeya 140ê tên binav kirin.Piştî bûyerên 16ê oktobera sala 2017ê û hatina arteşa Îraq û Heşda Şaibî bo Kerkûkê û deverên din, niha ew dever bi tenê ji aliyê Bexdayê ve tên parastin û ev yak jî dijî destûra Îraqê ye.Li gor hinagahiyan destpêkê ji bona wergirtina dosyeya emnî ya Kerkûkê odeya operasyonên hevbeş tê pêkanên û di qonaxa duyê de jî pêşmergeyê Kurdistanê li tixûbên Kerkûkê tên bi cî kirin.Weke tê zanîn piştî hatina arteş Îraqê û heşda Şaibî bo Kerkûk û deverên nakokîdar kiryarên terorîstan li kerkûkê û derdûra wê zêde bûne û DAÎŞ li wandeveran serîhildaye, ji ber vê yekê Amerîka dixaze careke dein pêşmege bi hevbeşî digel arteşa Îraq wan deveran bi hev re biparêz in.

Back to top button