CivakRojev

Peyama Serok Barzanî ji 72mîn salvegera Yekîtiya Jinên Kurdistanê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rêzdarên Sekreter û Endamên Mekteba Sekreteriyeta Yekîtiya Afretên (Jinên) Kurdistanê

Bi helkefta heftih û duyemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê, pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we û hemû endamên rêxistina we ya têkoşer û hemû jinên Kurdistanê dikim.

Yekîtiya Afretên Kurdistanê, yek ji wan destkeftên girîngên şoreşa mezina Eylûle û li heman demê de jî ezmûnekî serkeftiya beşdariya jinane li jiyana siyasî û civakiya Kurdistanê bûye. Yekîtiya Afretên Kurdistanê rêxistineke têkoşerê di nava şoreş û xebata gelê Kurdistanê ye ku rola xwe li belav kirina hişyarî û pêgihandina jinan û berevanî kirina li mafên wan gelek bi başî bi cîh gihandiye û cihê destê wan li xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de herdem xûya ye.

Ew çaverêyî ye ji Yekîtiya Afretên Kurdistanê heye ku li qonaxên paşeroja jiyana gelê me da li çarçêweya kultûra pêkvejiyan û medeniyet û wekhevî û nehiştina tundiya malbatî û civakî de kar ji bo bihêz kirina hestên niştimanperweriyê li nav rêzên xwe da bikin.

Hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
11.12.2024

Back to top button