Cîhan

Tirba Hafiz Esad şewitandin

Tirba Hafiz Esad , bavê serokê Sûrîyê Beşar el-Esad ji alîyê çekdarên ku serwerîya wî welatî bi dest xistine, hat şewitandin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ya Sûrî (SOHR) daxûyakirinkir ku çekdaran gora Hafiz Esad li bajarê Laziqîye, navçeya Qirdaha şewitandine, Qirdaha bajarê malbata Esad û navenda civata Elewîyan e.

SOHR dibêje: “Çekdarên ku xwe mîna endamên rêvebirîya operasyonên leşkerî nîşan didin, bajarê Qardahê bicîh bûne, û ew ziyanên derûnî didin sivîlan û her wiha tirb û goran wêran dikin,“

Back to top button