Cîhan

Blinken serdana Tirkiye û Urdinê dike

Matthew Miller, berdevike wezareta derve ya Amerîka dîyar kir ku Blinken, wê li Emman û Enqerê bike , Wezareta derve dîyar kir ku wezîr Blinken wê bi rayadarên her du welatan re civînan bike û rûdanên li Sûrîye, Îsraîl, Xeza, Lubnan û li seranserî Rojhilata Navîn gotûbêj bike.

wezaretê di derbarê serdana Blinnkende dibêje: “Wezîr wê jibo veguheztinek berfireh û bi pêşengîya Sûrîyan bo hikûmetek berpirsiyar û bi nûnertîya hemû civatan piştgirîya Amerîka ya dubare bike, “

Herwiha Blinken wê li Urdun û Tirkîyê pêwîstiya proseya veguhêztinê û hikûmeta nû li Sûrîyê nîqaş bike.

“Ya bi rêzgirtina mafên kêmanîyan, hêsankirina derbasbûna alîkarîyên mirovî, nehiştina karanîna Sûriyê wek bingeheke terorîzmê yan gefxwarina li ser cîranên xwe, û çekên kîmyayî di depoyên çekan werin parastin û bi ewle werin tune kirin,“ wezaretê got.
Wezaretê herwiha ragihand ku Blinken wê ji Urdun û Tirkîyê re bêje ku di heyama veguhêztinê de, wê Amerîka piştgirîya cîranên Sûrîyê bike.

Back to top button