“Bila Ocalan derxin, ez ê wî bikujim.”
Serokê Giştî yê Partiya Neteweperest a Tirkiyeyê (MTP) Ahmet Yilmaz, der barê îhtimala derêxistina Ocalan ji Îmraliyê, hatina Meclîsê û di hepsa malê de daxuyaniyên balkêş da. Yilmaz got, “Ez eşkere dibêjim. “Bila Ocalan derxin, ez ê wî bikujim.”
Gotubêjên banga Serokê MHP’ê Bahçelî ya ji bo însiyatîfa nû dewam dikin, nûçeyên ku dibêjin; dê ocalan ji Îmralî derkeve û bikeve Hepsa Malê
de bi awayên cuda tê minaqeşekirin. Ev babet di rojevê de gelek zindîye.
Serokê MTP’ê Ahmet Yilmaz ê ku di bernameya ku tevlî bû de der barê rojevê de nirxandinan kir, diyar kir ku ger Ocalan di hepsa malê de bê girtin dê bihata qetilkirin.
Gotinên Ahmet Yilmaz wiha ne:
Ahmet Yilmaz di daxuyaniya xwe de got: “Destûr û feraseta neteweya Tirk tê manîpulekirin. Tinazê li miletê Tirk dikin. Tu kes nikare vê yekê bipejirîne. Bila ew kûçikê li Îmraliyê di hepsa malê de bihêlin, ez soza namûs û şerefê didim, ez ê Ocalan bi destê zilamê herî nêzî wî bidim kuştin.Sedema ku em nikanin dest lê bidin ji ber ku ew li Îmraliye. Loma em nikarin tola zarokên xwe hilînin. “Ez eşkere dibêjim, bila derxin, ez ê wî bikujim. “