Polîtîk

Peyama serok Barzanî bo heval û alîgirên Partî û rêxistinên demokratîk

 

Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê  ji bona ji nêzîk haydarî rewşê bibde, duhî 04.12.2011ê serdana  Zaxo û Duhokê  kir.

Li dor wan bûyerên li Zaxo û Duhokê qewimîn, serok Barzanî li  ser malpera xwe ya Facebooke peyamek pêşkeşî hewmû heval û alîgirên  Partî û hemû rêxistinên demokratîk kir.

 

Ev li jêr teksata peyama serok Barzanî bixwîne:

Ji bo hewmû heval û alîgirên  Partî û hemû rêxistinên demokratîk.

Silavên germ

 Pîlaneke mezin li ser Kurdistanê heye, dijim jî dizanin ji bo serkeftina pîlan wan divê destpêkê li Partîyê bidin. 

Kurdistan bi wê yekê hatiye nas kirin û cîyê hurmeta cîhana azad e, ji ber ku kultura pêkvejiyana netewî, olî û mezhebî li Kurdistanê bi kiryar hatiye îspat kirin. Hindek nefam kevtîne li pey wê pîlanê ku vê ferhengê jinav bibin.

Pêwîste hûn hemû hişiyar bin û bergiriyê ji Partî û Kurdistanê bikin û destkeftiyên ku bi xwînê bi destve hatine biparêzin. Ez bi timamî bi wê yekê re me ku divê  adat û teqlîdên erênîyên esasî yên gelê me parastî bin, meseleya rewştbilindiya kurdî hertim parastî be. Belê ev yek bi perwerde û amojgariyan dibe, ne bi şewitanin, gef û têkdanan rewşa emnî. Bi alîkariya Xwedayê mezin û hîmeta we yên dilsoz ew pîlan bi ser serê pîlangêran de bikev û bi  tu awayî rê jê re nayê dayn ku kaos li vî welatî çê kin.

Komîteya lêkolînê dest bi karê xwe kiriye û dê hemû rastî diyar bin û dê bi gelek şefafî ew rastî ji raya giştî re bên eşkere kirin, li gor encamên lêkolîna komîteyê tedbîrên qanûnî li hebmer her kes û alî ku tawanbar be bê wergirtin.

Careke din silav li we bin, ji bo fedakariyên ji bona Kurdistanê û azadya gelê kurdistanê amade bin. Her bijîn.

 

Back to top button