Polîtîk

Parlameto piştgirya îradeya gelê kurd li Sûryeyê dike

Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê, îro (05.12.2011) li ofîsa xwe, li avahiya parlamentoya Kurdistanê, pêşwazî li şandeya serokatiya Kongreya Nîştîmaniya Kurdên Sûriyeyê kir û her du aliyan di civînekê de behsa rewşa şoreşa gelên Sûriyê li dijî rijêma Beşar Esed kir.

Serokê parlamentoya Kurdistanê got ku cîyê dilxweşîyê ye ku aliyên siyasî û kesatiyên serbixwe yên gelê kurd li Sûriyeyê di nav yek civat da xwe rêkxistiye:

– Her biryareke Kongreya Nîştîmaniya Kurdên Sûrî ji bo bidestxistina mafên xwe li Sûriyeyê bide, em dê hurmetê ji biryara wan re bigirin û em dê piştgiriyê li wê biryarê bikin.

Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê got ku her gelek azad e çi biryar bide û çewa û bi çi metod çarenivîsê xwe diyar bike û ji bo misogerkirina çarenivîsê xwe çi rê li pêşiya xwe dayne:

– Em jî piştgiriyê li îradeya gelan dikin. Li Sûriyeyê jî, heqê  gelê kurd e bi awayekî modern, aştiyane û dûr ji şidetê, weke her gelek din ê azadîxwaz, biryar li ser çarenivîsê xwe bide.

Kerkûkî got ku miletê kurd li Sûriyeyê her rêyeke hilbijêre, şidet ne tê de, parlamentoya Kurdistanê dê piştgiriyê lê bike.
Şandeya serokatiya Kongreya Nîştimaniya Kurdên Sûrî di civînê de ji serokê parlamentoyê re behsa rewşa Sûriyê û rewşa gelê kurd li wê derê kir.

 

 

Back to top button