Civak

Peyama hikûmetê di 31 saliay kîmiyabarana Helebce

Peyama Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di 31 saliya karesata kîmiyabarana Helebce:

Îro, 16.03.2019, 31 sal bi ser karesata kîmiyabarana Helebce li ser destê rijêma berê ya Îraqê  da  derbas dibin. Di wê kîmiyabaranê da pênc hezar hevwelatiyên bê tawan şehîd ketin û bi hezaran jî birîndar bûn ku heta niha piraniya wan birîndaran ji ber tesîra xerap ya li ser saxlemiya wan û deruniya wan dike. Bi hezaran malbat koçber bûn û jîngeha wê devra dilvekera Kurdistanê hat wêran kirin û têkdan.

Bîranîna vê karesatê ne bi tenê rêzgirtine li qurbaniyên gelê me û dîrokiya me  ya tijî tekoşîn û qurbanîdan, tekîdkirina hikûmeta Herêma Kurdistanê ye li bicidî giringîdan bi jiyan û xizmetkirina birîndaran û malbat û kesûkarên qurbaniyên çekê kîmiyayî û zêdetir xizmetkirina Helebceya ezîz ku bêguman hêşta maye gelek xizmet jê ra bê kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir xizmetkirin, pêşkeşkirina xizmetgozariyên baştir bi wîlayeta Helebce û rûniştvanên wê yên serbilind bi erka giring û sereke ya xwe dizane.
Hikûmeta Îraqê jî divê erke xwe ya yasayî û exlaqî derheq bi wîlayet û rûniştbanên Helebce bi cî bîne û bi madî û manewî xelk û jîngeha wê, weke qurbaniyên destê dewleta Îraqê, qere bû bike.

Ka çawa Helebceya Şehîd sembola azar û qurbaniyên gelê meye, bi heman awayî sembola xweragirî û zîdîbûna me ye. qurbanî û ew ezîzên me ku di vê karesata dilpeqîn da ji dest dane, hertim di bîra me da dimînin û di wîjdana gelê meda bi zîndî dimînin.
Hezaran silav ji bo canê paqij û bêtawanê şehîdên kîmiyabarana Helebceya ezîz  û tevaya şehîdên Kurdistanê.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
16.03.2019

Back to top button