Peyama 11-ê Adarê

Dezgeha Bilind ya Îlonê, bi minasebeta 21 saliya rizgar kirina Hewlêrê û herwiha bi minasebeta 42 saliya Peymana 11-ê Adarê peyameke pîrozbayî pêşkêşî gelê Kurdistanê kir.
Di destpêka vê peyama han de hatiye ku, beriya 42 salan di rojeke weke îroyê de bo yekemîn car Rejîma demê ya Îraqê hebûna netewî ya Gelê Kurd qebûl kir û bi vê rengî mafa bihevre jiyana Gelê Kurd bi pêkhateyên din yên Îraqê bi fermî hate naskirin.
Bêgoman ev yek berhema xebat û têkoşîna tevahiya pêkhateyên Gelê Kurd di bin sîban û çetireke hevgirtî û bazneya berfire ya Şoreşe mezin a Îlonê ye.
Ev peymana han heta vê demê yek ji destkeftên herî mezin yên Gelê Kurd bû.
Hevdem her di roja îroyê de beriya 21 salan Bajarê Hewlêrê jî di encama raperîna mezin ya Gelê Kurd de ji destê Dagîrkeran hate rizgarkirin û ev yek jî encama yekrêziya Gelê Kurd û piştîwaniya hêzên pêşmerge bû.
Parlemen, Hikûmet û tevahiya dezgehên fermî yên Kurdistanê encam û berhemên xebat û têkoşîna hevgirtî ya tevahiya pêkhateyên Gelê Kurd û xwîna Şehîdên Kurdistanêye, lewre îro jî li ser me ferze daku, ev destkeftên han bi yekdengî û yekrêzî biparêzin.