Nivîsar

Çima alfabeya Latînî? Çima parastina zaravayan?

 

Îro destpêka Konferansa Zimên a Neteweyî ye ku ew ê sê rojan (2-3-4.03.2012) bidome. Konferansa zimanê Kurdî vê carê xwedî wateyeke cuda û hêja ye. Bi salan li welêt rêze konferans, panel û civîn lidarketin û pêşî li rewşeke girîng a li ser vê kedê hate vekirin. Em kurdên ku gelek zaravayên me hene, me hevdu di van çend salan de dîtin û biyanibûna me ya li hember hev ji holê rabû û êdî bi hêsanî em ji hev fêhmdikin, ev hejayî kêfxweşî û coşiyê ye. Vê rewşê pêşî li biryargirtinan vekir ku di vê konferansê de hêviya min xurt e ku encamên hêja û dîrokî derkevin holê.

Ya rastî germî, hêvî û coşiya îro, ligel kêmasiyan baweriya bi dahatûyeke azad zêdetir kir. Ku edî ligel zaravayan zimanekî ku em kurd bi hêsanî li ser dahatûya xwe jiyan, rêgez, wêje û perwerdehiyê parve bikin serî dide.

Li ser zarava, alfabe, ziman û netewîbûn, rola zimên a di yekîtiya netewî de dê guftugotên zanistî wê li dar bikevin ku akademisyen, profesor û zanyarên kurdan ên ji her derê welêt û Cîhanê beşdar bûne ku ramanên xwe parve bikin û veguherînin rêziknameyeke hevpar.

 Bi ya min ev bihara zimanê Kurdî ye û wê bibe mizgîna Konferansa Netewî ku ew ê xerca yekîtiya kurdan be. Êdî wê jiyana kurdan ne bêstatû be.

Bi vê mebestê dixwazim hinek ramanên xwe jî parve bikim.

Bi ya min divê berê me li alfabeya Latînî be; hilbet bi sebir, zaneyî, zanistî û gav bi gav. 

Çima alfabeya Latînî?

a)      Ji ber ku zimanê me beşek ji ziman Hînd û Ewropî ye û fonetîk û dengdêriya me bêhtir lê tê û derbirina me bi vê alfabeyê rast û hêsantir e. Sedemên dîrokî vê rastiyê dipejirînin. Xwederbirina rastîn li ser jiyana dîrokî, civakî û sosayalî ye ku ev jî bijartina alfabeya Latînî bêhtir derdixe pêş.

b) Dîsa alfabeya Erebî ya serdestan e û bandoreke neyînî ya mêtingeriyê li ser mirov dike. Derûniya me pê xera dibe û em xwe ji biçûdûkdîtinê xelas nakin. Di jiyanê de jî em dibînin ku bi Latînî xwendin û nivîsandin ji ya Erebî zûtir, hêsantir û ji xwederkirinê re guncantir e.

c) Yeke dinê jî dijwariya hînbûna zimanê kevn (weke Osmanî, Farisiya kevn ji bonî wan civakan) têkiliya bi dîrok, jiyan û civakê re dijwartir dike. Alfabeyeke guncan dahatûyê zelaltir dike û dike ku jiyan û rabirdû xweştir bête fêhmkirin.

d) Alfabeyên kurdan ên kevn û têkiliya nûjeniyê bêhtir lihev tê. Rewşa Latînî ya niha li ser rûyê dinyê û têkiliyên bazar, teknolojî û jiyanê aşkereye ku vê bijartinê xurttir dikin. Ev rewş tev hejayî nirxandinê ne ku em berê xwe bidin alfabeya Latînî. Ez bixwe Elfabeya Latînî dixwazim.

Çima parastina zaravayan?

a)      Zarava bingeha jiyana gel a dîrokî, civakî û sosyalî ne ku ruhê zimên in. Her ziman bi zaravayan dîroka xwe aşkere dikin û ruhe çand û jiyana xwe dinexişînin, parve dikin û didin jiyîn. Ev sedem tev dîrokî û rasteqînî ne. Ji bonî Kurdî; Hewremanî, Lorî (?), Kirmanckî (Kirdikî), Pehlewî (Feylî), Kurmancî, K. Jêr (Soranî)… merhaleyên jiyana dîroka Kurdî û kurdan in. Bi parastina zaravayan, li ser asasê peyv, biwêj, gotinên pêşiyan, rêgez û derbirinê çand û jiyan xweşti û zelaltir tê fêhmkirin û dahatûya ziman rohnîtir dibe. Felesefeya her zimanî li ser zaravayan rûdinê ku ev felsefeya jiyanê ye û jiyan her gelî ye.

b) Derûniya hevpar a zaravayan yekîtiya zimên  xurttir dike û dibe sedema yekîtiya neteweyî jî…

c) Her peyv encamên keda gal a têkoşîna bi xwezayê re ne ku jiyanê hesan dikin. Ev ked dikeve ser hev û pêşketin çêdibe, mînak şoreşa çandiniyê ji vê re herî guncan e.

d) Herwiha parastina zaravayan parastina zimanê Kurdî ye ku di hêman demê de parastina jiyan û hebûna kurdan e. Ev têgihîştina dem û jiyanê ye jî… Ji ber ku ziman danserheva zarava û zimanên cîran in jî; ma ji zimanê Sumerî, Babîlî, Aramî, Akadî hindikî peyv nizîlîne zimanê me!

Bi hêviya serkeftina dîrokî û newrozî… Konferansê silav û pîroz dikim, ji keda ku em anînê vê rojê re jî rêzdariya xwe pêşkêş dikim.

Min ev roja yekemîn a konferansê nivîsîbûn.

Bi qedîna konferansê hêviyên min xurttir bûn.

Dîsa dixwazim tiştekî bilêv bikim ku; em kurd ecelecî ne û dixwazin her tişt vê gavê biqede; ev neyîniyê li ser her tişt, kar û tevgera me dike. Divê em sebir, zanîn, zanist û rastiyê bikin xerc û havênê karên xwe. Sebir, zaneyî û li kar israr, jênegerî; di her karî de û dikarê ziman û konferansa netewî de wê bike ku em bi ser kevin…

Bi nêzîkbûna Newrozê edî xwîna me dikele. Komkujî, girtin, zordestî û zindan ne çare ne divê di serî de serdest her kes vêna biznibe!

Newroz, jîn û vejîn e ji kurdan re; azadî ye; bi van hestan Newrozê pîroz dikim.

Newroz Pîroz Be…

Jiyaneke Newrozî dipêm…


Feratê Dengizî  
[email protected]

nukurd.com

 

 

Back to top button