Belgefîlma Helepçê Li Ser Ekrana TRT 6ê Ye
Lewra di vê tevkujiyê de fermana Kurdan rakirin û nêzî 7 hezar mirov bi bombeyên kimyevî hatin kuştin. Qanala TRT 6 jî vê birîna dilşewat, kir belgefîlm û ji sibe pê de herşev dê bîne pêşberî temaşevanên xwe. Belgefîlm hetanî 16ê adarê, yanî heya salvegera vê komkujiyê dê bidome.
Piştî ku li Îranê Şoreşa İslamê qewimî, di navbera Îran û Îraqê de şer destpêkir. Her kesî encama vê şerê meraq dikir lê tu kesî texmîn nedikir ku ev şer, bi trajediyekî dê bidawî bibe.
Her wiha bi biryara Seddam operasyona Enfalê destpêkir. Di vê operasyonê de bi bombeyên kimyevî fermana Kurdan rakirin. Di 16’ê adara 1988an de firokên cengê bombeyên kimyevî barandin ser Helepçeyê. Di vê ‘Îna Reş ’ de 7 hezar Kurd hatin qetilkirin.
Ji ser bombebaranê 23 sal derbas bû lê hê jî şopa vê êrîşa kimyewî li ser zarokên ku nû têne dinê, tê dîtin. TRT6 jî berpirsa xwe anî cih û vê birîna kûr a mirovatiyê kir belgefîlm. Ev belgefîlma komkujiyê ji roja duşemê pê ve, dê li pêşberî temaşevanan.
(Xeberênkurdî)