Ebdulqadir Bazirgan piştevaniya Partiya Çaksaziyê ya Turkmanî bo peyama Serok Barzanî ragihand û wiha got: “Ew peyam pir girîng û erênî bû û di dema xwe de hat. Tişta ku aliyên siyasî berê daxwaza wê dikirin niha wek pêşniyar ket ber destê wan.” Ebdulqadir Bazirgan wiha domand: “Dema wê yekê ku aliyên siyasî li pey wê peyamê bikevin û êdî xelk nebin qurbaniyên hevrikiyên siyasî û hemû alî jî dizanin ku ji ber xerabiya karê Serokê Parlemantoyê ev kirîza siyasî li Kurdistanê çêbû, lewma divê ew serokatiya parlemantoyê bê hilweşandin û serokatiyeke nû bê avakirin.” Wî siysetmedarê Turkman ragihand: “Xebata Barzanî ne girêdayî kursiyê serokatiya Herêma Kurdistanê, ji ber ku li ser asta cîhanê xwedî cihekî bilind e, ku karî fermandehiya şerekî mezin li dijî terorîstên DAIŞê bike. Lewma em hêvîdar in ku hemû aliyên siyasî destê xwe bidin hev û kar bo derbasbûna vê rewşa aloz bikin û nakokiyên xwe bidin aliyekî, ji ber ku berdewamiya vê aloziyê dikeve xizmeta neyarên me de.”