CivakPolîtîk

Peyama Barzani deriyekî ji bo çareseriya pirsgirêkên siyasî vedike

Cîgirê yekem ê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî piştevaniya xwe bo peyama serokê  Kurdistanê ragehand. Kosret Resûl daxxûyaniyekî di derbarê peyama serokê Kurdistanê Mesud Barzani de ragihand. Daxuyanî: Peyamek ji Kosret Resûl Elî ve Di rewşa giran a herêma Kurdistanê ku rastî rewşekî dijwar a siyasî û aborî hatiye, herwaha rastî metirsiyên giran û cudabûnê li ser hene. Di wan şert û mercan de ku civaka gelê Kurdistanê pirsgirêkên jiyan û derbaskirinê roj bi roj nexwaş û girantir dibe de, partiyên siyasî nekarîne li ser parastina destkevtên gelê me û berjewendiyên wê yên bilind alîkarê yek bibin. Destpêşxeriya serok Barzanî ji aliyê wan şert û mercan de û ji aliyê erkên mezin ên kurd û Kurdistanê de xwedî nirxekî mezine û deriyekî guncaw bo çareseriya pirsgirêkên siyasî yên herêma Kurdistanê vedike, ku eger bi hişyarî û bi dilsozî bê cîhbicîh kirin, dikare pêngavên pir baş bo çareser kirina aliyên aborî û jiyana xelkê gav bên avêtin. Ji bo vê: 1-Ez bi navê xwe û hevalên xwe ve piştevaniya vê pêngavê dikim û bi hemû hêza xwe ve emê hewl bidin ev gav bigehe armanca xwe. 2-Ez daxwaz ji hemû tekoşerên YNKê dikim ku bi hemû hêza xwe ve piştevaniya çareseriya siyasî û aborî li destpêşxeriya Barzanî bikin û bibin hêzekî hişyar û dilsoz bo xizmeta gel û niştiman. 3-Hêvîdarim hemû partî û alî bi giyana li xwe borîn û hest kirina berpirsyariya dîrokî ve alîkarî bikin, ku ev destpêşxeriye bê kirin û pêngavên kêrhatî ve derbasbûna gelê me û herêma Kurdistanê ya ji vê krîza metirs a hemû aliyê jiyana gelê me li xwe girtiye bê derbaskirin. Kosret Resûl ElîCîgirê Yekem ê sekreterê giştîYekitî Nîştimanî Kurdistan22.11.2016

Back to top button