Nûnerên Kurdên Êzidî û Mesîiyan di Parlemantoya Kurdistanê de peyama Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bilind dinirxînin. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê rewşa siyasî ya Kurdistanê de peyamek belav kir û tê de daxwaz ji aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku bicivin û serokatiyeke nû ji Parlemantoya Kurdistanê re û hikûmeteke nû ava bikin û herwiha kesekî jî diyar bikin bo serokatiya Kurdistanê. Şêx Şamo Nûnerê Êzdiyan di Parlemantoya Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev necara yekê ye ku Serok Barzanî bang li aliyên siyasî dike ku pêkve rûnên û pirsgirêkan çareser bikin. Niha jî peyamek pir baş di vê qonaxê de belav kiriye, û di dema xwe de ye ku niha şerê DAIŞê bidawî tê û barê Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê leşkerî ve sivik bûye.” Şamo wiha domand: “Eger aliyên siyasî bersiva peyama Serok Barzanî bidin dê pirsgirêk çareser bibin, lê hin aliyên siyasî bi taybetî jî Tevgera Goran ku wê ev hemû pirsgirêk çêkirin, divê bo çareserkirina pirsgirêkan hinek tişt bike qurbanî Kurdistanê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê bin ku îro hemû cîhan şanaziyê bi Serok Barzanî dikin û rêzê jê re digirin. Tevî ku Serok Barzanî behsa kursiyê serokatiyê kiriye, lê aliyên siyasî di vê qonaxê de nikarin bedîlekî jê re bibînin. Em jî wek pêkhateyên Kurdistanê û bi taybetî jî Kurdên Êzdî baweriya me bi Serok Barzanî heye ji ber ku dema behsa kursiyê wî tê kirin metirsî dikeve ser paşeroja me, ku tişta hatiye serê me dûbare nebe.” Ji aliyê xwe ve, Seroka Frakisyona Kombûna Kildanî Siryanî Asûrî di Parmemantoya Kurdistanê de Wehîde Yaqo Himiz ji malpera KDP.info re ragihand: “Peyama Serok Barzanî pir erênî ye û di berjewendiya gel û paşeroja Herêma Kurdistanê de ye, lewma pêwîst e bi cidî aliyên siyasî wê peyamê werbigirin, ji ber ku derfetek e ji bo ku em bigihên rêkeftinekê û dawî li pirsgirêkên xwe yên siyasî bînin. Ev peyam pêngaveke mezin e ku hemû aliyên siyasî rûnên û diyalogê bikin û pêngavan ber bi serxwebûna Kurdistanê ve bavêjin.”
Pêş
13/11/2024
Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Sudanî rewşa Iraq û Kurdistanê gotûbêj kirin
13/11/2024