Polîtîk

Pêwîste hêzên çalakiyên leşkerî li ser sînor dikin muraata rewşa başûr bikin

Doh çarşemiyê 30.06.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê digel aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê  civiya.

Di hevdîtinê de, serok Barzanî encamên serdana xwe ya dawiyê ya bo Tirkiye, Almanya, Fransa û Nemsayê ji bo amadebûyan xiste rû û ragihand ku di helwesta siyasiya Tirkiyeyê de gûherîneke mezin çêbûye ku eve jî cihê xweşhaliyê ye.
Serok Barzanî  got ku, bi taybetî Partiya Dad û Geşepêdan ku ev demeke dest bi çaksaziyên civakî, siyasî û demokratî kiriye û hewla wê yekê daye ku pêwendiyên siyasî, aborî û bazirganiyê digel herêma Kurdistanê berev pêş bibe û got:

–  Wekî herêma Kurdistanê em jî piştgîrî li wê vekirina demokratîk li Tirkiyeyê dikin û pêwendiyên me jî di warê siyasî, aborî û bazirganiyê de, bi awayekî ku di berjewendiya her du aliyan de be, berev pêştir dibin.
 Serok Barzanî tekîd li yek helwestiya herêma Kurdistanê kir û got:

– Em dixwazin yek helwest bin neku helwestek rabigihînin û paşê hineke din bibêjin ”Em ne digel wê helwestê ne.”
Sebaret bi serdana fermî ya Fransayê jî serok Barzanî ragihand ku ev serdan werçerxanek bû ji bo gelê Kurdistanê û serok Sarkozy piştgîriya xwe ji bo gelê Kurdistanê dûpat kir û ji bo berevpêşbirina pêwendiyan jî rêkeftinek hate mohrkirin ku di hemû waran de girîngiya xwe heye û di dema cîhbicîh kirina wê  peymanê de dê gelek xizmetê ji jêrxana herêma Kurdistanê ra bike.

Di mijareke dina civînê de, topbarankirina herêma Kurdistanê ji aliyê hinek ji welatên cîran ve xistin berbahs ku çawa ziyan bi jîngeh û hemwelatiyên Kurdistanê digihîne û di vî warî de beşdarên civînê li ser wê yekê yekdeng bûn  ku pêwîste ew rêxistinên ku karê leşkerî li ser sînor encam didin muraata hesasiya rewşa herêma Kurdistanê bikin û ziyan bi berjewendiyên wê negihînin û hewl bidin rastiyane bîr bikin.

 Cvînê piştgîriya xwe jî ji bo vekirina demokratîk ya Partiya Dad û Geşepêdan dûpat kir û tekîd li wê yekê jî kir ku bi kiryarên leşkerî û şidetê arîşr çareser nabin, divê hemû arîşeyên hene bi aşitî û diyalogê bên çareser kirin.

Di der barê rewşa siyasiya Iraq û ew hewlên ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû didin, serok Barzanî tîşk xiste li ser pêngavên dawî û tekîd li wê yekê kir ku niha îtîlafa firaksiyonên Kurdistanê mijulî danustandina ne, ”girîng eweye ku em yek rêziya xwe biparêzîn û nav mala xwe rêkûpêktir bikîn.”

Di dawiya civînê de her yek ji aliyê siyasiyên beşdarbuyên civînê nêrîn û dîtinên xwe sebaret bi wan mijaran xiste rû û serdana serok Barzanî jî ya Tirkiye, Fransa, Almaniya û Nemsa bi destkeftekî mezin yê siyasî û netewî wesif kir, bi taybetî serdana bo Tirkiyeyê û piştgîriya xwe jî ji bo helwestên serok Barzanî dûpat kir ku herdem di berjewendiya gelê Kurdistanê da bûye.

Back to top button