Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî bi nûnerê sekreterê NY re civiya

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê berê yê hikûmeta Kurdistanê pêşwazî li Ad Melkert nunerê sekreterê giştiyê Netewyên Yekgirtî NY yê li Îraqê kir.

Di hevdîtinekê de rewşa siyasî, rewşa ewlekarîya Îraqê, buyerên dawî yên di rojeva siyasiya Îraqê de çêbûne, siyas, pêşkeftinên siyasî yên piştî hilbijartinên Îraqê û rola NY yê di warê hevkariya teknîkî de hatin nîqaşkirin.
Di berdewamiya hevdîtinê de meseleya pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê bi awayek ku, ew hikûmete tevahiya aliyan hembêz bike û îradeya tevahiya aliyan temsîl bike hate giftûgokirin.

Di vê derbarê de Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, pêkanîna hikûmeteke nû ya bingeh berfireh û aktîv be bi awayekî baş xizmeta tevahiya Îraqê bike.

Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de diyar kir ku, di derbarê meseleyên siyasî de aliyên siyasî yên Kurdistanê xwedan yek helwêstên û hevpeymaniya firaksoyonên Kurdistanî jî ti xeteke sor li ser ti aliyek tuneye.
Barzanî got ku, Kurdistan hertim hewl dide daku beşek be ji çareseriya kêşeyên heyî û diyalog rêya herî baş ya ji bo çareser kirina kêşeyên heyî ye.

Nêçîrvan Barzanî her weha dîtinên xwe yên li hember gîrubûna daemzrandina hikûmeta nû ya Îraqê jî ber çav kirin û diyar kir ku, pêwîste berejwendiyên giştîyên Îraqê jî li berçav werên girtin.

 

KTV

Back to top button