Roja 27.08.2019 li Selaheddîn Serok Barzanî li gel Endamên Rêxistina Newekanî(Neviyên) Eylûl ya li sînorê leqa 26ê Gulan ya Partiya Demokrata Kurdistanê civiya.

Li vê civînê de Serok Barzanî spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Rêxistina Newekanî Eylûl kir li beranber wan kar û çalakiyên ku li devera Balekayetî ya ji bo parastin û nûjenkirina şûnewar û bîranînên şoreşa Eylûl encam dane û bi erkekî pîroz da zanîn û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan xwest.

Li dirêjahiya vê civînê de Serok Barzanî tekez li ser parastina wan biha û destkeftan kir ku bi xwîn û xebata mîlletê me pêkhatine û ragihand pêwîste bihayên gelê me bi zîndî rabigrin û erkê me hemû aliyeke jî ku rûbirûyê wan hewlan bibîn ku armanca wan têkdana çand û bihayan û bêrêzîkirine bi serweriyên gelê Kurdistanê.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: