Polîtîk

PYD xwe ji nêzikî sinor dide aliyekî

Hêzên girêdayî YPGê destpêkirin ji deverên tixûbê Kurdistana Bakur û Rojava xwe didin aliyekî. Ev deverên ku dikevin nava projeya Herêma Aram ji hêzên YPGê tê valekirin.

Di vê derbarê de xelkê deverê dibêjin ku, hêzên YPGê xwe ji tixûb didin aliyekî. Lê heta niha li deverê tu bûyerek nebûye û rewş aram e.

Piştî li hevhatina Tirkiye û Amerika deverên dikevin sinorê Herêma Aram de, YPG vedikişe. Herweha rewşa deverê de heta niha tu guhertin tuneye. Xelkên herêmê didin xûyakirin ku, ew jiyana xwe dewam dikin, heta niha tu aliyekî tiştek ku rewşa wan biguherînê ji wan re negutiye.

Lê dixweyê ku bi çavderiya Amerikayê de li hevhatinek nehînî navbera Tirkiye û PYDê de pêkhatiye û ihtimala ku demek nêzik de deriyên sinor jî bêne vekirin peyda bûye.

Herweha mercek yê Tirkiye ewe ku, tu pêwendiya PYDê bi PKKê re nemine. Dixwyê di hinek hevdîtinên nehînî de ev yek gelek hatiye rojevê.

Ji aliyek din Ocalan li dijê Qendil dixwaze ku, Reveberiya Xeser ya girêdayê PYDê li gel Tirkiye pêwendiya deyne û li dijê siyaseta Tirkiye tevnegerin.

Back to top button