Piştî belavbûna nûçeyek li çend medyayên Kurdistanî û Iraqî ku goya Muqteda Sedir bersiva pêwendiyên Serok Mesûd Barzanî nade, Baregeha Barzanî li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir.
Bargeha Barzanî di daxuyaniya xwe de ragihand, beşek ji medyaya Iraqî û Kurdistanî nûçeyeke nerast belav kirine ku goya Muqeda Sedir bersiva telefona Serok Mesûd Barzanî nade.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ew nûçe û agahî rast nînin ji ber ku navbera Serok Barzanî û Muqteda Sedir pir baş e. Yên ku tiştên wisa jî belav dikin, armanca wan veşartina şikestin û paşdeketina xwe ji proseya siyasî ye.
Bargeha Barzanî di dawiya daxuyaniyê de jî gotiye, eger vê dawiyê livîna siyasî hinek kêm bibe jî, ji ber meha pîroz a Remezanê bûye.