Hevpeyvîn

Pêvajoya çareseriyê digel Ocalan tê rêvebirin

Parlementerê Ak Partiyê yê Diyarbekirê Galip Ensarioglu li gel rojnevana internethaber.com. Nesrin Yilmaz hevpeyvînek kir.

Ensarioglu di vê hevpeyvînê de diderbarê HDPê de gotinên baljkêş dibêje.

Li ser pêvajoyê Ensarioglu dibêje:“ Pêvajo berdewam dike. HDP dibêje tiştek nayê kirin. Başe eger tiştek nayê kirin ji bo çi berdewam dikin? Em jî dizanin ku HDP dizane hinek tişt tîne kirin hevtinin têne kirin. Li gel wan jî hevtditin hene.

Pêvajo  piştî bûyerên 6/7ê meha deha 2014ê sekinî. Di vê derbarê de gelek tawanên wan û çewtiyên wan hebû. Me 3-4 meh winda kir.

Pêvajo ji nûve hate dizayn kirin. Her roj bi heyetên girsehive diçin Îmralî.Hun çi bikin bikin lê ew tenê dibêjin tiştek nayê kirin.“

Herweha Ensarioglu dibêje : Pêvajoya çareseriyê li gel Ocalan tê rêvebirin.

Li ser rewşa hilbijartinan jî Ensarioglu dibêje.“ Ne mimkine ku ew barajê derbas bikin, Heta niha tu cara ji % 7 zêdetir deng negirtine.“

 

Back to top button