Polîtîk

Serxwebûna kurdan baştirîn parêzvanî ye

Di rexneyeke tund li ser îdareya Obama de, kongresmanekî Amerîkayê dibêje vexwend nekirina Herêma Kurdistanê bo civîna Londonê ku 21 dewletên endamên hevpeymaniya navneteweyî li dijî DAIŞê tê de beşdar bûn, cihê dilgiraniyeke mezin e û xemsariya Amerîkayê berçav dike.

Kongresmanê girêdayî Komariyan Dana Rohrabacher, Qesra Spî û Yekîtiya Ewropayê (YE) rexne dike û dibêje “Serxwebûna kurdan” baştirîn parêzvanî ye li wan.

Rohrabacher ku nûnertiya California di Kongreya Amerîkayê de dike dibêje: “Beşdarî nekirina Kurdistanê di civîna Londonê de ku, bo gotûbêjkirina gefên DAIŞê hatibû sazkirin, yek ji xemsariyên Amerîkayê yên herî cihê gilgiraniyê ye di dîroka hevçax a dîplomasiya Amerîkayê de.”

Ev kongresmanê ku herwiha serokê şaxeke komîteya kongreyê ya karûbarên Ewropa-Eurasia ye, dostekî kevn ê gelê kurd e û di çend salên borî de, çend caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Piştî serdana wî ya dawî di meha Berfanbara borî de, daxwaz kir ku Kurdistan wek dewleteke serbixwe bên qebûlkirin û got: “Ji mêj ve dema wê yekê hatiye ku em li kurdan mikur werin û Kurdistanê wek dewleteke serbixwe qebûl bikin. Kurdistan dewleteke serbixwe ye, ne ku çend parêzgeheke û li jêr desthilata Iraqê ye.”

Rohrabacher behsa civîna Londonê kir û got: “Dîplomatkaran pişta xwe dan vî miletê dilêr. Qaşo armanca civîna Londonê ew bû ku stratejiyekê amade bike bo nehiştina şîdeta DAIŞê. Lê belê civînê rola kurdan li ber çav negirt tevî ku kurd tenê dikarin DAIŞê qir bikin. Lê baştirîn rê bo ewlekariya gelê kurd serxwebûn e.”

Dana Rohrabacher herwiha got ku Wezareta Derve ya Amerîkayê karîbû hevpeymanan qayîl bike da rê bidin ku nûnerekî kurd di wê civînê de hazir bibe: “Ev herêma Iraqê ku wek Kurdistanê tê naskirin, ji mêj ve ji hêla Bexdayê tê biçûkxistin. Karekî pir çewt e bo serkirdatiya îdareya Obama ku rê dide hikûmeta Iraqê bi pozbilindî û xirabî li hember kurdan tevbigere.”

Rohrabacher wiha domand: “Eşkere ye ku Wezareta Derve karîbû zexma xwe bikar bîne û endamên ewropî yên civînê razî bike ku kurd bi rola xwe ya rewa di çêkirina aştiyê li wê navçeya aloz rabin.”

Roja 21ê Rêbendana îsal, nûnerên 21 dewletan li Londonê civiyan da nêta xwe ya qirkirina DAIŞê teqez bikin. Kurd, ku ji her kesî bêhtir şerê DAIŞê dikin, nehatibûn vexwendin. Lewma serokê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û dilgiraniya kurdan ji wê reftarê ragihand.

Rohrabacher jî heman dilgiraniya Barzanî nîşan da û got: “Ez jî mîna serokê kurd, Serok Barzanî bêhêvî bûm ji vexwend nekirina kurdan bo civîna Londonê.”

Navborî got, pêwist e Amerîka rasterast alîkariyên leşkerî radestî hikûmeta Herêma Kurdistanê bike, çimkî dema çek bi riya Bexdayê diçin, hem çek û hem jî alîkariyên mirovî dereng digihîjin Herêma Kurdistanê:

“Divê hevkariyên Amerîka rasterast radestî Kurdistanê bên kirin. Qet pêwist nake hevkarî bi riya Bexdayê bigihîjin kurdan. Nebûna navê kurdan di lîsta beşdarên civîna Londonê de xayîntiyeke din e ku Amerîka li kurdan dike.”

 
Rohrabacher spasdariya xwe li hember Kurdistanê û serkirdatiya kurd nîşan da, ji ber ku sînorên Kurdistanê li ber milyon penaberî vekirin û derbiderên ji hemû ol û mezheban li Kurdistanê hêwirîne:

“Beriya çend heftiyan, min bi çavê xwe dît, tevî hemû belayên ku bi serê kurdan de tên û tevî kirîza wan a aborî, kurdan bi hezaran mesîhî hewandine. Mesîhî ji hêla îslamiyên terorîst ji warê bav û kalên xwe tên derxistin û kurd li wan xwedî derdikevin.”                                                                                                                                    

408

Back to top button