Cîhan

Petraeus: CIA li dijî PKKê dê alîkariya Tirkiyeyê bike

David Petraeus fermandarê hêzên NATO yê berê li Avganîstanê û serokê CIAyê yê nû, digel wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ahmet Davudoglu civiya. Petraeus ji Davutoglu re got: “Ez wekî serokê CIA soz didim ku emê li dijî PKKê mûcadeleyek çalak bimeşînin.”
 
Berî ku Orgeneral David Petraeus wekî serokê CIA dest bi xebatê bike, di serdana xwe ya yekemîn de doh giha Tirkiyeyê û di hevdîtinên xwe yên bi rayedarên tirk re mijarên wekî; İraq, Avganîstan û mûcadeleya li dijî PKKê minaqşekirine.
 
Li gor çapemeniya Tirkiyê; Petraeus di serdana xwe ya doh bo Tirkiyeyê de ji ber hîna bi awayek fermî nebûye serokê CIAyê, digel Mûsteşarê MÎTê Hakan Fîdan hevdîtin pêknanî û paşî jî  digel wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Ahmed Davutoglu civiya.
 
Di hevdîtinê de, Davutoglu bal kişand ser mûcadeleya li dijî PKKê û hinek zanîn dan Petraeus. Petraeus derbarê PKKê de ji Davutoglu re got: “Ez wekî Serokê CIA soz didim ku emê li dijî PKKê mûcadeleyek çalak bimeşînin.”
 
David Petraeus (58) pêştir li Avganîstanê serfermandariya hêzên DYA û NATOyê bû. Destpêka meha Tîrmehê ji aliyê serokê Amerîkayê Barack Obama ve wek namzedê serokatiya Teşkîlata Peyamgiriyê ya Navendî ya Amerîkayê (CIA) hat destnîşankirin û piştre ev yek ji aliyê Senatoyê ve jî hat pejirandin.
 
Tê çaverêkirin ku Petraeus di meha îlonê de dest bi peywira xwe ya nû bike.

Back to top button